Li Îzmîrê bi şanoya xwezayî çîrokên jinan hatin ravekirin 2020-02-23 17:19:29   ÎZMÎR - Meclîsa Jinê ya KESK'ê ya Îzmîrê beriya 8'ê Adarê bi ekîba şanoya xwezayî re çîrokên jinan vegot.   Meclîsa Jinê ya Konfederasyona Sendikayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Îzmîrê bi munasebeta nêzîkbûna 8'ê Adarê çalakiyek bi navê 'Jin' pêk anî. Ekiba Volume Playback a Şanoya xwezayî çîrokên jinan ên ku hatine jiyîn bi rêya şanoya xwezayî pêşkeş kirin.