Tirkiyeyê ji ber vîrusê deriyê sînor girt 2020-02-23 17:12:49   NAVENDA NÛÇEYAN-  Ji ber vîrusa korona ya tîpa nû (Kovid-19) Tirkiyeyê Deriyên 4 sînoran girt.   Ji ber vîrusa korona ya tîpa nû (Kovid-19) ku ji Çînê li cîhanê belav dibe kesên jiyana xwe ji dest didin hejmara wan her ku diçe zêde dibe.  Li Îranê ku yek ji welatên ev vîrus lê belav bûye 8 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji ber vîrusa ku belav dibe Tirkiyeyê, 4 deriyên sînor.   Wezîrê Tendirustiyê Fahretîn Koca bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji ber zexta vîrusa Koronayê wan deriyê xwe yên di navbera  Îranê de girtine.   Herwiha hat diyarkirin ku li nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wnaê jî 5 kesên bi vîrusê hatine dîtin. Kesên vîrus bi wan re hatiye dîtin li nexweşxaneyê kirine bin karantînayê û enacamên wan jî negatîf derketine.