Jinên Kobanê bi daxuyaniyekê kuştina Hûda El-Elî şermezar kirin 2020-02-23 15:50:11   KOBANÊ - Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan qetilkirina jina bi navê Hûda El-Elî û zarokê wê yê 8  salî bi daxuyaniyekê şermezar kir.   Jina bi navê Hûda El-Elî ya 26 salî û zarokê wê Azad Hisên Ebas ê 8 salî di berbanga sibeha 22'ê Sibatê de ji aliyê mêrê bi wê re zewicî, Hisên Ebdo Ebas li daristana Kobanê bi keviran hatin qetilkirin. Piştî ku Hisên jina bi wî re zewicî û zarokê xwe qetil dike xwe radestî Asayîşa Kobanê dike. Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan a Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê qetilkirina Hûda El-Elî û zarokê wê şermezar kir. Bi dehan jinên sazî û dazgehên Kobanê tevlî daxuyaniyê bûn.   Daxuyanî ji aliyê rêvebera Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan a Kantona Kobanê Newroz Ebdî ve li navenda Kongreya Star a Kobanê hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:    "Wek Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan li Kantona Kobanê em bi tundî qetilkirina jinan şermezar dikin. Tevî hemû destkeftiyên ku jinan di qadên jiyanê de bi dest xistine, lê belê destên neheqiyê û serdestiya mêr serkeftinên jinan bi dest xistiye red dikin û li pêşiya jinan dibin asteng. Qetilkirina jina bi navê Hûda El-Elî û zarokê wê yê 8 salî ji aliyê mêrê bi wê re zewicî, Hisên Ebdo Ebas ve bi rengekî hovane li daristana Kobanê, em şermezar dikin.    Hedefgirtina jinan hedefgirtina ronahiyê  ye, her wiha hedefgirtina aramî, jiyana azad û demokrasiyê ye . Em bang li jinên berxwedêr, azadîxwaz û civaka navneteweyî dikin ku rê li pêşiya qetilkirina jinan bigirin û kesên sûcdar bên cezakirin."   Daxuyanî bi dirûşma "Na ji qetilkirina jinan re" bi dawî bû.