Li Wanê ji ber gumana Koronavirûs 5 kes kirin bin karantînayê 2020-02-23 12:25:07   WAN - 5 kesên ji Îranê hatin Wanê ji ber gumana Koronavirûs 5 kes kirin bin karantînayê.   Ji ber koronavirus a li bajarê Vuhan ê Çînê dest pê kir her ku diçe belav dibe. Li Îranê ji ber vê virusê heta niha 5 kesî jiyana xwe ji dest dan. Hat hînbûn ku 5 kesên ji Îranê hatine Wanê bi gumana koronavirus kirine bin karantînayê    Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê kesên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedeyê ya Wanê kirine bin karantinayê encamên nimûneyên wan şandine Enqereyê.