Kongreya HDP'ê bi govend û dirûşman dest pê kir 2020-02-23 10:31:57   ENQERE - Ji bo 4'emîn Kongreya  Asayî ya HDP'ê ji serê sibehê ve eleqeyeke mezin heye. Salona kongre lê tê li darxistin di saetên serê sibehê de tijî bû, li der ve jî ji bo ketina hundir dor çêbû. Kongreya ku bi govenda jinan û dirûşman hat destpêkirin li bendê ye ku 30 kes tevli bibe.   Kongeraya 4'emîn a Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  li Salona Sporê ya Enweryê (Arena) hat destpêkirin. Ji serê sibehê zû ve welatî li ber salona kongre lê tê li darxistin ketin dorê.   Jin bi rengê xwe li salona kongreyê bûn   Li ketina salona kongeryê ji 3 aliyan ve polîsan lêgerîn pêk anî û alavên taybet yên kesan nekirin hundirê salonê. Li gel astengiya polîsan hejmara kesên ku ketin salonê gihîşt hezaran.  Jinên ku ji Herêmê û ji bajarên Tirkiyeyê hatin bi kêncên xwe yên kurdî hetin salonê.  Girseya ku li salonê govend da destpêkirin, bi çepik û lîlandin, bi dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin", "Bêserok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.   Girseya ku ji bo bikeve salonê li derve ket dorê jî dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan û "Ji Îmraliyê re hezar silav" berz kir û bal kişnad ser tecrîdê.   Ji bo kongeryê li bendê ye ku bi 600 otobusên mezin û bi sedan wesayitên din, bi giştî 30 hezar kes tevli bibe.   Hundirê salona kongreyê tijî bû û ji bo ketina salonê jî dor çêbû.   Ji 28 welatan tevlibûn heye   Ji welatên wekî Tûnûs, Filîstin, Urdun, Fas, Kibris, Swêd, Şerîa Rojava, Fransa, Galiçya, Elmanya, Avusturalya, Lubnan, Yewnanîstan, Bask, Misir, Îtalya, Katalonya, Danîmarka, Norveç, Îngilîstan, Îskoçya, Portekîz, Fînlandiya, Swîsre, Îspanya, Ermenîstan û Iraq û ve Iraq ji 28 welatên cuda mêvan tevli kongeryê bûne kongreyê bûne.    Herwiha ji bo kongeryê ji 30 zêdetir nûnerên partiyan û ji rojhilata navîn jî gelek rêxistinên jinan tevli bûn.   Serokê Koma Çep a Yekgirtî ya Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropa Tîny Kox, Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Lorena Lopez de Lacalle, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîstan a Ewropayê Giacomo Filibeck, Endamê Koma Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê Nikos Androulakis jî beşdarî kongreyê bûn.    Li dijî tecrîdê bertek   Di kongreyê de ji saetên serê sibê ve bertekên li dijî tecrîtkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bilind dibin. Pankarta “Dawî li tecrîtê bînin” li eywanê hat daliqandin û ji bo Ocalan dirûşm tên berzkirin.    Bi giştî hezar û 18 delegeyên HDP'ê hene û delege berî bi rojekê hatin enqereyê.   Di kongeryê de li gel hilbijartina hevserokên giştî ji bo hedepê wê gelek kes ji bo rêveberinê bên hilbijartin.