Li Hesekê Peymangeha Muzikê hat vekirin 2020-02-23 10:16:20   HESEKÊ - Bi dirûşma "Zarokên me pêşeroja me ne" Tevgera Çand û Huner û Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Hesekê peymangehek mûzîkê vekir.   Bi dirûşma "Zarokên me pêşeroja me ne" Tevgera Çand û Huner û Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Hesekê peymengehek mûzîkê ji bo fêrkirina hemû alavên mûzîkê li navenda Çand û Hunerê ya taxa Miftî ya bajarê Hesekê bi tevlîbûna bi dehan ji şêniyên taxa miftî, endam û rêveberên saziyên civaka sivîl hat vekirin.   'Çanda me hebûna me ye'   Merasîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê hevserokê Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê  Mihemed Cûdî bixêrhatina mêvanan kir û teqez kir ku armanc ji vekirina Peymangeha Mûzîkê zindîkirina çandê ye û wiha domand: "Di roja me ya îro de dijmin dixwaze çanda me tune bike, li beramberî van kiryaran em ê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin û çanda xwe zindî bikin da ku ji pişaftinê biparêzin ji ber ku çanda me hebûna me ye."   Paşê deriyê navendê ji aliyê dayika Şehîd Reşo, Fehîma Ehmed ve hat vekirin.   Merasîm bi stran, şano û  gerandina govendê bi dawî bû.