Destdirêjiya li hemberî zaroka 8 salî li Silêmaniyeyê hat şermezarkirin 2020-02-22 15:48:14   NAVENDA NÛÇEYAN - 120 saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên jinan ên li Silêmaniyeyê destrirêjiya li hemberî zaroka 8 salî şermezar kirin û bang hikûmet û aliyên peywendîdar kirin ku erka xwe binin cih.    Saziyên sivîl ên civakî û Rexistinên jinan ên Silêmaniyeyê li dijî destdirêjiya li hemberî zaroka 8 salî çalakiyeke şermezarkirinê li dar xistin. Çalakî li parka Nalî ya bajarê Silêmaniyê pêk hat. 120 saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên jinan, rojnameger, parêzer, nivîskar û rewşenbîr tevlî çalakiyê bûn.    Daxuyanî ji hêla rojnameger Ala Kemal ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryara dadgehê ya derbarê dozê de, berevajiyê û wiha hat gotin: "Em bang li hikûmetê û aliyên peywendîdar dikin ku erka xwe bînin cih. Em dixwazin dadgeheke bi awayekî wekhev li dozê binêrin. Divê tewanbar bên ceza kirin.”