Leyla Guven: Bê jin rizgarî û jiyan nabe 2020-02-22 14:41:53   AMED - Hevseroka KCD'e Leyla Guven, di 24'emîn Lîjneya Giştî ya Şaxa ÎMO'yê de axivî û bal kişand ser xebatên jinê û got: "Çima di nava xebatan we de hêjmara jinê kêm e. Divê dîwan bê jin neyên avakirin. Niha li Rojava Şoreş pêş dikeve. Pêşengê vê şoreşê jin in. Ev der jî Amed e. Çima li odeyê hêjmara jinan kêm e. Bê jin rizgarî û jiyan nabe."   Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Amedê 24'emîn Liijneya Giştî li avahiya xwe pêk anî. Di civîna lijneyê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Seroka CHP'ê ya Amedê Gonul Ozel û nûnerên rêxistinên civakî amade bûn.   Ewil Serokê Şaxa ÎMO Murat Demîr axivî û diyar kir ku bi têkoşîn û kedek mezin hatine van rojan û wiha got: “Bi vê pergala Serokatiyê ya îktîdara AKP'ê odeyên me yên pîşeyî û gelê me zerarek mezin dîtine. Ev îktîdara ku di şer de israr dike, destkeftiyên gel ji bo xwe talûke dibîne. Îktîdara AKP'ê êrîşên li dijî Rojava berdewam dike. Lê em dibêjin şer ne çareserî ye."   'Di serî de divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin'   Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî anî ziman ku li Tirkiyeyê her ku diçe pirsgirêka civakî zêde dibe û wiha got: "Bi desetê pergal û feraseta mêrê serdest jin her roj tên kuştin. Dîsa civak bi betalî û xizaniyê re rû bi rû ye. Ev pirsgirêkên civakî yên rû didin yek bi yek hişyariyê didin. Hemû qeyran û bûyerên pêk tên ji neçareseriya pirsgirêka Kurd ne serbixwe ye. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin pirsgirêkên din jî çareser nabin."   'Em hene, ziman û nasnameya me heye'   Leylayê da zanîn ku hûn nikarin 50 milyon mirov wekî terorist îlan bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tiştekî wiha ne pêkan e. Em hene. Ziman û nasnameya me heye. Em Kurd in. Navê axa me Kurdistan e. Lê îqtîdar hemû kesên ne ji wan wekî terorist îlan dike. Xaniyê mirovan bi ser serê wan de xera dikin. Kî li dijî vê îktîdarê îtîraz dike wan wekî terorîst îlan dikin. Li vî welatî akademisyen, rojnameger, jin, endezyar, tev bûne ‘terorist’. Lê hemû cîhan dizane terorîst kî ye. Terorist kesên di jêrzemînên Cizîrê de ev mirov şewitandin in. Yên Dayika Taybet kuştin û bedena wê ya bê ruh heft roj û heft şevan li kolanê hiştin in."    'Çima hejmara jinan kêm e'   Guven, herî dawî bal kişand ser rol û rista jinê û zimanê Kurdî û wiha bi dawî kir: "Ger ku zimanê Kurdî heta îro hatibe rol û rista jina Kurd pir zêde ye. Bi xêra dayikên Kurd heta îro Kurdî zindî maye. Çima di nava xebatan de hêjmara jinê kêm e. Divê dîwan bê jin neyên avakirin. Niha li Rojava Şoreş pêş dikeve. Pêşengê vê şoreşê jin in. Ev der jî Amed e. Çima li odeyê hejmara jinan kêm e. Ji ber vê yekê divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Bê jinan rizgarî û jiyan nabe."