Rêxistina HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da 2020-02-22 13:46:01   MÊRSÎN - Di serdegirtinên malan ên Mêrsînê de, hevserok, rêveberên HDP’ê û gelek kes hatin binçavkirin. Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê derbarê binçavkirinan de daxuyaniyek dan çapemeniyê û bertek nîşanî binçavkirinan dan.    Polîsan, serê vê sibê, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de bi ser gelek malan de girtin û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Akdenîzê Feyza Kaya, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Toroslar Cabbar Karabeg, endama Meclîsa Şaredariya Akdenîzê ya HDP’ê Nûray Aslan, rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê Nazan Dundar, Cîhan Kokbalik û Ercan Alp binçav kiribûn. Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê bertek nîşanî binçavkirina rêveber û endamên partiya xwe da. Derbarê bincavkirinan de daxuyaniyek li avahiya partiyê hat dayîn. D   Di daxuyaniyê de operasyona binçavkirinan hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Bi van operasyonan dixwazin partiya me neqanûnî bikin û me ji qada siyaseta demokratîk derbixin. Sibe 4’emîn Kongreya me ya Asayî ya Mezin pê tê. Bi van binçavkirinan armanc dikin ku tevlîbûna kongreyê kêm bikin. Çi dibe bila bibe, em ê bi awayekê xurt tevlî kongreyê bibin. Em dibêjin ku demildest hevalên me berdin.”