'Em ê li dijî tecrîda giran û komployê her bisekinin' 2020-02-22 09:02:55   Fîdan Abdullah   ŞEHBA - Jina bi navê Fîdan Reşo ya ji Efrînê ye derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha got."Em ê heta dawî li dijî tecrîdê derkevin û xwedî li fikrê Rêber Apo derkevin. Ew ê fikrê Rêber Apo serkeftina me mayinde bike."    Derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jina bi navê Fîdan Reşo ya ji Efrînê ye û keça wê di rêya doza têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye, diyar kir ku tecrîd bi dawî bibe ew ê azadî mîsoger bibe û wiha got:"Heta em hebin em ê li dijî tecrîdê li ber xwe bidin."   'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye'   Di destpêka axaftina xwe de Fîdanê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê ên li ser Efrînê û wiha got: “Me jiyana xwe li Efrînê bi aramî derbas dikir. Dewleta tirk û komên çeteyên wê  êrîşî  Efrînê kirin,  êdî rojên me tarî bûn,  em neçarî koçberiyê bûn.  Li Şehbayê em bi rengekî komînal li hev dicivin. Ji bo berdewamkirina berxwedana xwe, em êş û zehmetiyan tehemul dikin. Ev hemû ji bo rizgarkirina axa me û mîsogeriya azadiya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. ”   'Fikrê Rêber Apo wê serkeftina me mayinde bike'   Fîdanê bal kişand ser fikir û ramanê Abdullah Ocalan û wiha got: "Dema em li Efrînê bûn me fikir û ramanên Rêber Apo nas kir û me xebatê xwe jî  dikir. Piştî ku em koçî Şehabyê jî  bûn, em bi fikra azad a Rêber Apo ve hatin girêdan û me bêtir rêxistina xwe  xurt kir. Em li ser vê esasê jiyana xwe îro didomînin. Tenê ramanên Rêber Apo wê serkeftina me mayinde bike."   'Em ê li dijî tecrîda giran û komployê her bisekinin'   Fîdanê komploya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiya maşandin, bi bîr xist û wiha got:"Gelek dewletên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe li dijî Rêber Apo  komployeke qirêj pêk anîn. Ji ber ku fikrê Rêber Apo gelekî pêş ketiye loma hedef hat girtin. Em ê li dijî tecrîda giran û komployê her bisekinin. Gelê Kurd têkoşer e û ew ê li dijî komplo û tecrîda giran derkeve. Keça min jî li dijî komplo, tecrîd û zordestiyê li ber xwe da û şehîd ket. Em ê li dû şopa şehîdên xwe bin."   'Têkoşîn û şoreş siberoja me ronî dike'   Fîdanê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Banga min ji hemû dayikan re heye ku li pêşiya zarokên xwe nebin kelem, bila zarokên wan  tevlî şoreşê bibin. Ji bo parastina ax û rûmeta xwe ya ji dagirkeriyê, ez ne poşnam im ku keça min tevlî nava refên şoreşê bû. Têkoşîn û şoreş siberoja me ronî dike."