Leyla Guven: Kes nikare zimanê me qedexe bike 2020-02-21 16:51:52   AMED - Platforma Zimanê Kurdî di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Leyla Guven axivî. Leylayê diyar kir ku pêwist e zimanê kurdî êdî bibe zimanê rojane û got tu kes nikare Zimanê Kurdî qedexe bike.    Platforma Zimanê Kurdî di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de li navçeya Surê otela Demîrê de daxuyanî da çapemiyê. Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz,Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven û gelek endamên partiyên siyasî beşdar  bûn.    Di daxuyaniyê de bal kişandin ser êrîş û polîtîkayên asîmîlasyonê û hate gotin ku hewceye ku her dayikek bi zarokên xwe re Kurdî xeber bide.    ‘Rengê jinê kêm e’   Di daxuyaniyê de Leyla Guven mafê axaftinê girt. Leylayê destnîşanî  di ziman de rol û misyona jinan kir û got:” Di destpêkê de ez dikarim bibêjim ku xebatên ku li ser ziman tên meşandin, hewce ye ku xwedî lê bê derketin. Lê me dixwest ku em di dîwanê de hevaleke jin jî bibînin. Ji ber ku di her qadan de pêşeng jin in. Bêguman di mijara ziman de gotinên jinan jî  hene. Ji bo parastina ziman û çandê  jinan berdelên giran dan. Lê mixabin niha li vir rengê jinê pir kêm e.” ‘Di operasyonên KCK’ê de ji bo ku me parastina xwe bi zimanê kurdî kir, 2 salan danîşana me nehate dîtin’   Leylayê da zanîn ku bi salane gelê kurd bi polîtîkayên pişavtinê re rû bi rû ne û got ku di sedsala 21’emîn de hîn jî mafê kurdan tên binpêkirin û ev nirxandin kir:”Gel bi zimanê xwe û çanda xwe heye. Ger ku ziman û çand nebe ew gel jî tune ye. Hîn jî hebûna me li ser vê xakê qedexe ye. Dema ku parlementerek HDP’ê li parlementoyê  kurdî xeber dide, serokê parlementoyê wekî zimanê nayên zanîn pênase dike. Di operasyonên KCK’ê de ji bo ku me parastina xwe bi zimanê kurdî kir, 2 salan danîşîna me nehate dîtin. Ji ber ku me parastina xwe bi kurdî kir. Piştî vê biryara me dewletê gav paş avêt û me di eywanên dadgehê de parastinên xwe bi zimanê kurdî kirin. Lê niha em ji derve daxuyaniyên xwe bi zimanê tirkî didin.”    ‘Kes nikare zimanê me qedexe bike’   Leylayê herî dawî anî ziman ku ji bo pêşketina ziman pêwîstî bi têkoşînê heye û ev tişt anî ziman:” Ger ku ez bibêjîm partiya min ji bo pêşketina ziman di hewlêdanan de ye ez ê xwe bixapinîm. Niha li vir çapemeniya tirk heye gelo? Na, hemû çapemeniya kurd e. Kî van televîzyonan temaşe dike,gelê kurd dişopînê. Lê mixabin hemû daxuyaniyên me bi zimanê tirkî ne. Divê zimanê me bibe zimanê rojane. Kes nikare zimanê me qedexe bike. Wan qedexe kirin lê me dîsa zindî kir û em ê dîsa bi zimanê xwe bijîn.”