‘Li Kalkandere ya Rîzeyê ewlehiya canê girtiyan tune ye’ 2020-02-21 09:16:22   Rengîn Azîzoglu - Şehriban- Aslan   AMED - Dayika girtiyê bi navê Veysel Guler ê li girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê dimîne, Hanim Guler axivî û diyar kir ku zarokên wan xistine cem girtiyên edlî û Hîzbûllah û got ewlehiya canê girtiyan tune ye. Hanimê bang li hemû saziyên civaka sivîl, hiqûqas, siyasetmedar û gel kir û got hîna ku dereng nebûye bila ev bêdengî bi dawî bibe.   Li gorî daneyên ÎHD’ê kapasîteya girtîgehên Tirkiyeyê yên 220 hezar e, niha 280 hezar e. Li girtîgehan her wiha binpêkirinên mafan zêde dibin û yek ji van girtîgehan jî ya Rîze Kalkandereyê ye. Girtiyê bi navê Veysel Guler li girtîgeha Kalkandereyê dimîne. Dayika wî der barê rewşa girtiyan de axivî û bertek nîşanî bêdengiyê da.   ’16 sal ceza dan’   Hanimê bi lêv kir ku kurê wê di 2012’an de hatiye girtin û got: “Kurê min ji bo ezmûnan xwe amade dikir. Kurê min derket derve û li mînîbusê siwar dibe. Didin sekinandin, derb dikin û binçav dikin. Bi îfadeyên derew hat girtin 16 sal ceza danê. Di 18 salî de hat girtin niha 26 salî ye. Ewil li girtîgeha Tîpa D ya Amedê bû. Mehek neqediya surgunê Mîdyatê kirin. 8 mehan li wir ma. Piştre şandin Amedê. Du salan li Amedê ma û surgunê Rîzeyê kir. 5 sale jî li wir e.”   ‘Di nava girtiyên Edlî û Hîzbullah de ne’   Hanimê bal kişand ser zextên li girtîgeha Kalkandereyê û got: “Kurdî qedexe ye. Pirtûkên Kurdî qedexe ne. Piştî grevên birçîbûnê binpêkirina mafan zêde bûye. Alavên şexsî em nikarin bişînin. Her tiştî ji kantînan digirin. Tiştên kantînan jî pir biha ye. Mehek berê jî girtiyên siyasî dixin koguşên edlî. Dipirsin dibêjin çima wisa bûye; ew jî dibêjin tadîlat heye. Li alî rastê hîzbûllah, li alî din edlî. Her roj ji aliyê wan girtiyan ve tên tehdîdkirin. Zext her diçin zêde dibin.”   ‘Nabin nexweşxaneyê’   Hanimê bi lêv kir ku Veysel nexweşê tansiyona bilind e û nabin nexweşxaneyê û got: “Piştî grevan dibin nexweşxaneyê lê mudaxale nakin. Tenê li girtîgehê 5-6 heb danê. Gurçikên wî jî zirar dîtine. Ne tenê kurê min yek girtiyekî nabin nexweşxaneyê. Pêkanînên kêfî hene. Zext bi van sînor nîne. Zarokên me birine nav girtiyên edlî û hîzbûllahê. Em dema diçin girtîgehê, em jî rastî zextan tên. Heta em dikevin hundir çar caran lêgerîn dikin. Lêgerîna tazî tê ferzkirin.”   ‘Ewlehiya canê zarokên me tune ye’   Hanimê destnîşan kir ku ewlehiya canê zarokên wan tune ye û got: “Em her tim ji televîzyon û înternetê dişopînin. Kurê min geriya û got ew ji hevalên xwe yên koguşên din agahiyê nagirin. Got parêzer hatine lê çûne koguşên din. Tiştek ji destê me nayê. Zarok ne tenê zarokên me ne. Bila parêzer van zarokan bikin şûna xwişk, bira û zarokên xwe. Bila parlamenter, TUAY-DER, ÎHD, HDP bibe dengê zarokên me. Hîna ku dereng nemane bila destê xwe bidin zarokên me.”