Ayla Akat Ata: Qadên jin tê de ne divê veguherin qadên azadiyê 2020-02-21 09:13:31   Berîtan Canozer   AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Ayla Akat Ata polîtîkayên şerê taybet nirxand û diyar kir ku windabûna Gulîstan Doku ne mijareke ji rêzê ye û got: “Tiştên tên jiyîn rastiya Kurdistanê ye. Madem jin li her qada jiyanê ne, divê ev qadên jiyanê veguherin qadên azadiyê. Em bi rêxistinê dikarin vê bikin.”   Kuştinên jinan li herêmê roj bi roj zêde dibin û her wiha li dijî destkeftiyên jinan êrîşên mezin pêk tên. Jinên li dijî êrîşa mêr û dewletê li her derê berxwe didin, desthilatdarî jî li herêmê bi polîtîkayên şerê taybet, polîtîkayên şerê taybet kûrtir dike. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Ayla Akat Ata, polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê tên meşandin û têkoşîna jinan a li dijî van polîtîkayan nirxand.   ‘Rawestandin, dikare encamên giran yên civakî derxe holê’   Aylayê da zanîn ku li Tirkiyeyê di sê salên dawî de êrîş û zextên li ser jinan zêde bûne û bi taybet jî piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an şûnde, qeyûm hatin tayînkirin, bi KHK û girtina siyasetmedarên jin re ev êrîş derketin asta herî jor. Aylayê got ji ber vê jî der barê 3 salên dawî de nirxaneke baş nekirine û got: “ Jin û rêxistinbûna jinê hedef tê girtin. Bêguman di civakê de pêvajoyeke xwedî hişmendîkirinê pêwist e. Di vê nokteyê de rawestandin, dikare encamên giran yên civakî derxe holê. ”   ‘Raporên çapemenî û merciyên fermî ne yek in’   Aylayê destnîşan kir ku di sala dawî de mehane 25 jin hatine qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema mirov encaman dinirxînin, mirov dibînin ku tedbîrên pêwist nayên girtin û saziyên jinan jî tên astengkirin. Li gorî rapora Bîanet a ji 25’ê Mijdarê heta niha di navbera 15’ê Mijdara 2019’an û 1’ê Çile de 302 jin hatine qetilkirin. Heman demê wezareta karê hundir ev hejmar wek 299 da. Daneyên raporên çapemenî û merciyên fermî ne wek hev in.”   ‘Divê em li ser bûyera Gulîstan Doku bisekinin’   Aylayê bi lêv kir ku Tirkiyeyê hîna di mijara kuştinên jinan de agahiyek zelal nedaye rayagiştî û sedema vê jî hikûmet e û got: “Bi taybet jinên ciwan her tim bûne hedefa polîtîkayan. Em dikarin polîtîkayên şer wek mînak nîşan bidin. Ji bo bi genên civakê bilîzin bi taybet jinên ciwan hedef digirin. Gulîstan Doku hîna windaye û divê em bi taybet li ser vê mijarê bisekinin.”   ‘Tiştên tên jiyîn rastiya Kurdistanê ye’   Aylayê daxuyakirin ku Gulîstan ji mehekê zêdetir winda ye û got: “Li bajarekî ku herî zêde razemeniya ewlehiyê tê kirin, Gulîstanê winda bû. Tevî hemû daxuyaniyan tenê li ser gumana întîxarê lêpirsîn tê meşandin. Lê divê lêpirsîn bê berfirehkirin û li ser îhtîmala kuştina Gulîstanê jî bê sekinandin. Di şexsê Gulîstanê de ev tiştên tên jiyîn rastiya Kurdistanê ye. Bi taybet dixwazin jinên ciwan ji rastiya wan qut bikin.”   ‘Hemû kanalên me yên têkoşînê vekirîne’   Aylayê di berdewamiyê de got her tim jin û ciwan di hedefa polîtîkayên şer de ne û got: “Divê em li xwe vegerin. Gelo me çi kir me çiqas qad afirandin. Di vê nokteyê de divê em êdî li dijî tiştan matmayî nemînin. Divê polîtîkaya şer êdî nebe hincet. Rastiya vê axê şer, şîdet e. Di vê hawirê de hiqûq hatiye rakirin. Em di ferqa vê de ne û hemû kanalên me yên têkoşînê vekirîne. Divê em qadên jiyanê veguherin qadên azadiyê. Divê komuneke her kesî hebe. Divê jin ji nav çar dîwaran bên derxistin û bi rastiya jiyanê re bên rû hev. Divê jin qadên ku xwe dikarin tê de pêş bixînin vebikin.”