‘Li dijî êrîşkaran ez ê her di nava xebatan de bim’ 2020-02-21 09:02:05   Hesna Mihamed   ŞEHBA - Dayika bi navê Xedîce Reşo ya ji gundê Meydana navçeya Reco ya Efrînê ye, derbarê zextên ku ji aliyê rejîma BAAS'ê ve lê hatiye kirin axivî. Xedîcayê anî ziman ku wê li dijî astengî û zextan serî netewandiye û wiha got: “Tevî astengiyên ku  min ji rejîma BAAS'ê dîtiye, dîsa  jî min dev ji karê xwe ya belavkirina fikir û ramana Rêber Apo berneda. Armanca min ew bû ku civak bêtir fikrê azadî  û demokrasiyê nas bikin û ji bo wê heta roja îro jî dixebitim.”   Dayika bi navê Xedîce Reşo ya 63 salî,  ji gundê Meydana navçeya Reco ya Efrînê ye. 10 zarokên Xedîcayê hene. Tevî astengiyên ku di serdema rejîma BAAS'ê de dîtiye, lê dîsa dev ji kar û xebata xwe bernedaye. Dayika Xedîce Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  nedîtiye, lê fikrê wî nas kiriye û tenê armanca wê belavkirina fikir û ramana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di nava civakê de bû. Dayika Xedîce niha li gundê Til Qireh a Şehbayê bi cih bûye û di komîna gund de kar dike. Dayika Xedîce îşkence û astengiyên ku di jiyana xwe de dîtiye bi me re parve kir.   ‘Min Rêbertî nedîtibû, lê min fikrê wî hêmbêz kir’   Di destpêka axaftina xwe de dayika Xedîce behsa naskirina fikir û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir. Xedîceyê wiha got: “Di sala 1992’an de min fikir û ramanên Rêber  Apo nas kir. Ruxmî ku min ew bi çavên xwe nedîtibû, lê dîsa jî min fikrê wî hêmbêz kir. Min wê demê karê civakî dida meşandin û armanca min ew bû ku felsefeya Rêber Apo di nava civakê de belav bibe. Me rastî û azadiya xwe nas kir. Ji ber ku RêberApo  ji bo azadiya gelê bindest tev digere fikrên wî gelekî girîng in. Rojane rejîma BAAS'ê ez digirtim. Lê piştî derketina min, min karê xwe didomand û tirsa min ji wan tune bû.”   ‘Soza min ew e ku heta dawiya jiyana xwe kar bikim’   Di nava gotinên xwe de Xedîce diyar kir ku wê tu carî dev ji karê xwe bernedaye û her di nava têkoşîna xebatê de bûye û wiha pê de çû: “Min gelek îşkence ji destê rêjîma BAAS'ê dît, lê ev li hember domkirina karê min nebû asteng. Malbata min jî bi min re kar dikir. Ez tu carî dev ji kar û xebatên xwe  bernadim. Min bi xwîna pakrewnanan soz  daye  Rêber Apo. Heta dawiya jiyana xwe  ez ê kar û xebatên xwe bidim meşandin. Li dijî êrîşkaran ez ê her di nava xebatan de bim.”   ‘Li ser xeta keça xwe ya pakrewan ez  dimeşim’   Dayika Xedîce bal kişand ser rihê  Berxwedana Serdemê û wiha bi lêv kir: “Dewleta tirk a dagirker êrîşî Efrînê kir, lê tirsa me ji êrîşên wî jî tune bû. Di Berxwedana Serdemê de li hember êrîşan, em rojane li kolanan û di nava çalakiyan de bûn. Di Berxwedana Serdemê de, keça min xwîna xwe ji bo parastina axa Efrînê rijand. Serê min bi şahadeta wê gelek bilind e. Ez li ser xeta keça xwe dimeşim û ne poşman im. Em her amade ne ji bo axa Kurdistanê bedelên giran bidin. ”   ‘Erdogan nikare xaka me ya pîroz dagir bike’   Di dawiyê de dayika Xedîce bang li qada navneteweyî kir ku dawî li bêdengiya li dijî êrîşan bê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em niha li Şehbayê ne, lê em ji gef û êrîşên dewleta tirk xilas nebûne. Dewleta tirk rojane êrîşî Şehbayê dike û sivîlan dikuje. Me li Efrîn, Şehba û Cizîrê pakrewan dane. Erdogan nikare vê axa pîroz bike ya xwe. Banga me ji tevahî dewletan re heye ku çavên xwe ji êrîş û dagirkeriya Erdogan a li ser xaka me negirin.”