'Hûn nikarin bi kurdî bistirên' 2020-02-20 17:18:29   AMED - Li navçeya Sûra Amedê komek ciwan xwestin bi kurdî stran bêjin lê rastî astengiya zabiteyan hatin. Astengiya zabiteyan ji hêla welatiyên derdorê ve hatin rexnekirin. Welatiyan gotin li vir her kes azade û dikare bi zimanê xwe bistire.   Bê tehemûliya li hemberî zimanê kurdî xwe beriya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî xwe carek din nîşan da. Li navçeya Sûra Amedê ciwanên ku bi amûrên muzîkê stranên kurdî digotin bi gefa zabiteyan re rûbirû man. Li gorî agahiyên welatiyên derdorê ciwan ku stranên kurdî digotin hatin astengkirin. Welatiyên derdorê bertek nîşanî zabiteyan da.    Ciwanên ku stran digotin diyar kirin ku tenê stranên bi kurdî gotine. Welatiyên derdorê jî da zanîn ku mirov kijan zimanê bizanê bi vî zimanê stranên xwe distirê. Welatiyan da zanîn ku dê li cem ciwanan bin û nahelin ku bên binçavkirin. me re nîne’   Jina ku piştgirî dida ciwanan wiha axivî: "Êdî zimanê kurdî re tehemûl nemaye. Ligel her tiştî kurdî jî qedexe dikin. Zabite mizgeftê dikin hincet, lê belê haya wan ji mizgeftê nîne. Bila ciwan stranên xwe bêjin em piştgiriyê didin ciwanên xwe. Ger polîs ciwanan bibin divê me jî bibin."   Zabite li hemberî bertekên girseyê paşve gav avêtin.