Ji bo 21'ê Sibatê li Mexmûrê daxuyanî hat dayîn 2020-02-20 16:56:58   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê xwendekar û mamoste bi minasebeta 21'ê Sibatê daxuyaniyek dan û gotin "Li tevahiya cîhanê 2 hezar û 500, li Tirkiyeyê jî 18 ziman di bin xeteriya tunebûnê re rûbirû ne û zimanê kurdî jî di lîsteyê de di rêza yekem de cih digire."   Mamoste û xwendevanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji hêla xwendekar Şimal Unver ve hat dayîn.    Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye: "Di 21'ê Sibatê di sala 1961'an de xwendekarên Bangledeşî li dijî qedexeya ziman û ji bo fermîkirina ziman xwepêşandanek li dar xistin. Di xwepêşandanê de 12 kes hatin kuştin. Ev bûyer di dîrokê de cih xwe girt. Piştre dema Bangledeşî serxwebûna xwe bi destxistin, her sal 21'ê Sibatê wekî roja lehengên zimanê dayikê tê pêşwazîkirin. Piştre rayedarên Bangledeşî ji UNESCO'yê xwestin ku ev roj wekî roja zimanê dayikê yê cîhanî were pejirandin. Di sala 1999'an de ji bo pêşî li ber tunebûn û windabûna zimanan bê girtin 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ji aliyê UNESCO'yê ve hat îlnankirin. Gelek welatên cîhanê, bi taybetî jî gelên bindest wateyeke mezin didin vê rojê.   Roja Zimanê Dayikê ji bo kurdan girîng e. Her çiqas zaraveyê kurmancî hebûna xwe berdewam bike jî zaraveyê dimilî li ber tûnebûnê ye. Li gorî lêkolînên UNESCO'ê yên sala 2009'an an li tevahiya cîhanê 2 hezar û 500, li Tirkiyeyê jî 18 ziman di bin xeteriya tunebûnê re rûbirû ne. Zimanê kurdî jî di vê lîsteyê de ye.    Piştî avabûna Komara Tirkiyeye, ji bo her gotineke bi kurdî ceza dihat birîn. Niha jî heman tişt derbasdare. Rojnameyên kurd tên girtin û rojnamevanên kurd jî tên binçavkirin û girtin. Aliyek din jî bi TRT 6'ê derdora xwe dixapînin. Ji ber vê sedemê jî li Tirkiyeyê pêşwazîkirina roja ziman girîng e. Em roja ziman li hemû kesan pîroz dikin."