TJA'yê li du navçeyan bi jinan re hevdîtin kir 2020-02-20 16:34:19   WAN - Aktivîstên TJA'yê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Qelqelî û Serê bi jinan re hatin gel hevdu.   Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Qelqelî û Serê bi jinan re hatin gel hevdu. Parlamentera Wanê Muazzez Orhan, Aktivîstên TJA'yê xwestin li Gundê Çubukluyê yê Qelqeliyê bên gel hevdu. Leşkeran xwestin çalakiyê asteng bikin.    Aktivîstên TJA'yê tevî hemû astengiyan belavokên 8'ê Adarê belav kirin.    Piştî belavokan aktivîstên TJA'yê dawî li çalakiya xwe anîn.    Serê   Aktivîstên TJA'yê û Hevseroka Şaredariya Serê Caziye Duman ya ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin  li Gundê Avzerkê yê Serê bi jinan re hatin gel hevdu. Jinan serdana malan kirin û belavokên 8'ê Adarê belav kirin.    Bi gotina kilamên Dengbêj Meryem Tuncer çalakî bi dawî bû.