Platforma Yekîtîya Jinên Kurd: Ziman sitûna sereke ya nasnameyê ye 2020-02-20 16:11:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekîtîya Jinên Kurd têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin mafê Gelê Kurd e ku Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.    Platforma Yekîtîya Jinên Kurd têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê da hat gotin her gel û netewek bi zimanê xwe tê naskirin.    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Wekî ku tê zanîn, her miletek û netewek bi zimanê xwe tê naskirin. Di pêşî de em wek Platforma Yekîtîya Jinên Kurd li Gelê Kurd û li hemû cîhanê 21’ê Şibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz dikin.   Em Kurd jî  miletek in, netewek in xwedî çand û ziman in. Em jî wekî her miletî mafê me yê rewa ye ku zimanê me bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Ziman sitûna sereke ya nasnameyê ye. Di vê çerçoveyê de em piştgiriyê dide hemû xebatan. Banga me ji hemû dewletên cîhanê re  heye ku piştgiriya Zimanê Kurdî bikin ku Zimanê Kurdî pêş bikeve û têk neçe."