Li Kobanê fîlmê 'Ji bo azadiyê' hat pêşandan 2020-02-20 15:00:43   KOBANÊ - Li Kobanê ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve fîlmê bi navê 'Ji bo Azadiyê' hat pêşandan.   Ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve fîlmê bi navê 'Ji bo Azadiyê' ya di derbarê berxwedana Sûra Amedê ya Bakur ku Ersîn Çelik derhênertiya wê kir, piştî li herêma Cizîrê hat pêşandan îro jî li navenda Baqî Xido ya çand û hunera Kobanê hat pêşandan. Bi sedan şênî, endamên sazî û dezgehên civaka sivîl ji bo tamaşekirina fîlmê 'Ji bo Azadiyê' amade bûn.   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê, Endamê Komîteya Fîlm a Rojava Diyar Hiso bi xêrhatina mêvanan kir û got: "Navaroka fîlmê li ser berxwedana ciwanên Kurd ya di 2015'an û 2016’an de ku li hember dewleta tirk li Sûra Amedê 100 rojî ber xwe dan e. Ji ber ku Kobanê cihê berxwedan û têkçûna çeteyên DAIŞ’ê ye fîlm li Kobanê hat amadekirin û kişandin. Bi rêya vî fîlmî em dixwazin rastî û berxwedana ku tê jîn ji tevahî cîhanê re pêşkêş bikin."   Hêjayî gotinê ye ku fîlmê bi bavê 'Ji bo Azadiyê' wê 4 rojan li Kobanê were pêşandan.