'Xizmeta tendirustiyê ya bi zimanê dayikê mafê jiyanê ye' 2020-02-20 09:15:42   Rengîn Azîzoglu   AMED - Kedkarên tendirustiyê ku bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê di warê tendirustiyê de gotin,"Ji bo xwegîhandina xizmeta tendirustiyê ziman girîng e. Ji ber ku teşîhîseke şaş dikare rê li ber dermankirina şaş vebike û ew jî bibe sedema nexweşiyan an jî mirinê.   Di her 21'ê Sibatê de Roja Ziman a Navneteweyî ye, ev roj ji aliyê Rêxistina Netew Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) ve teşwîkirina xwedîderketina li pirzimaniyê  di sala 19999'an de wekî Roja Ziman a Navneteweyî hatiye qebûlkirin.  UNESCO bi vê minasebetê her sal di meha sibatê de ji bo balê bikişîne ser xeteriya ziman pê re rûbirû ne raporekê amade dike rapora xwe ya meha sibata 2020'an a vê salê hîna ne weşandiye. Ji ber pirsgirêkên dîrokî, civakî, aborî û siyasa di dîrokê de gelek ziman û çand winda bûne. Di roja me ya îro de jî gelek ziman û çand bi tunebûnê re rûbirû ne. Qada ku herî zêde ziman ji bo wê girîng e yek jê jî qada tendirustiyê ye. Endama Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan û endama SES'ê Gonul Adibelî di qada tendirustiyê de bal kişandin ser zimanê dayikê.     'Danasîna nexweşiyê bi ragihandineke tendirust pêkan e'   Endama Odeya Bijîşkan a Amedê  Elîf Turan, diyar kir ku ziman di navbera mirovan de alavê ragihandinê ye û got ji bo xwegîhandina xizmeta tendirustiyê ziman gelek girîng e.  Elîf wiha berdewam kir: " Bi zimanê xwe yê dayikê daxwaza xizmeta tendirustiyê wekî mafê tendirustiyê, mafê nexweş û mafê dermankirinê girîng e.  Bi taybetî jî parçeyek ji mafê jiyanê ye.  Xizmeta bi zimanê dayikê tenê ne ji bo nexweş ji bo tendirustvan jî girîng e.  Dema em dest bi pişeyê xwe dikin em bi sondeke ku dibêje ' bêyî ku ez cujdahiya ziman, ol, netew û çînî bikim ez ê karê xwe bikim'.  Nexweş dema ku ji bo dermankrinê serî li me dide, divê di serî de em ji bo dermankirineke baş bikin divê ku em bikaribin nexweş fam bikin. Ev jî bi têkilîdanîneke rast pêkan e."   'Teşhîsa şaş dibe sedema dermankirina şaş'   Elîfê diyar kir ku nexweş herî zêde dikare xwe bi zimanê xwe yê dayikê îfade bike û got ku ew dema nikaribin nexweş fam bikin nikarin teşhîseke rast jî dayenin. Elîf diyar kir ku Teşhîsa şaş dibe sedema dermankirina şaş û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Teşhîsa şaş jî dibe sedema nexweşiyên cuda û mirinê.  Herçend ku em dibêjin tenkolojî pêş ketiye û cîhazên ji bo tendirustiyê zêde bûne jî ji bo teşhîseke rast divê em çîroka nexweş baş fam bikin. Ji bo naskirina nexweşiyê jî anamnez gelek girîng e. Ger em bi nexweşan re nikaribin bi zimanê wan biaxivin jî wê dem ê tercuamn divê hebe. Kesê sêyem jî hem ji bo nexweş û hem jî ji bo bijîşk xeter e. Ji ber ku em di berdewamiya sonda xwe de dibêjin 'em agahiyên nexweşan bi kesê sêyem re parve nakin'.  Dema ku kesê sêyem dikeve naberê nexweş nikare xwe îfade bike."   'Nexweş nizanin wê derman çawa bi kar bînin'   Elîf diyar kir ku nexweşên tên nexweşxaneyê bi piranî yên bi zimanê fermî dizaine û yên ku bi wî zimanî nizanin gelekên wan nayên nexweşxaneyê jî.  Elîdê diyar kir ku ji ber nexweş û bijîşk nikarin bi hev re têkiliyê daynin nexweş nizane wê dermanê xwe jî çawa bi kar bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berî bi çend rojan bijîşk dermaneke daye nexweş lê nexweş ji ber ku nexweşiya wê ya bîhnçkandinê heye wekî dermanê wê ye dîtiye û piştî ku ji min pirsiye têgihîştiye ku wê ji bo çi bikar bîne. Lê ger ku min nexweş hişyar nekira wê nexweş ev derman bikira devê xwe. Ji ber wê mafê xizmeta tendirustiyê bi zimanê dayikê mafê jiyanê ye."   'Em ê girîngiya zimanê dayikê her vebêjîn'   Elîfê anî ziman ku Tirkiye welstekî ku gelek ziman lê tên bikaranîne û li herêmê jî li gel Zimanê Kurdî gelek zimanên din jî tên bikaranîn. Elîf diyar kir ku dema xebatkarên tendirustiyê tên tayînkirin divê rewşa herêm li ber çav bê girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêkanîna tazmînata zimanên biyanî heye. Ev tazmînateke ku ji bo karmendên zimanê biyanî dizainn tê dayîne.  Divê ev tazmînat ji bo peywirdarên zimanê li herêmê tên bikaranîn dizanin jî bê dayîn.   Divê li zanîngehan girîngî ji zimanê dayikê rebê dayîn û saziyên sivîl ji bo hînbûna zimanê dayikê bi rizya zanîngehan bên teşwîkirin. Em wekî xebatkarên tendirustiyê yên endamên Odeya Bijîşkan a Amedê em di her demê de balê dikişîn ser girîngiya zimanê dayikê û heta dawî jî em têkoşîna xwe di vî rarî de berdewam bikin."   'Bikarneanîna zimanê dayikê pirsgirêka bingehîn e'   Endama Sendîkaya Tendirustî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê  Gonul Adibelî jî diyar kir ku zimanê dayikê ji bo xizmeta tendirustiyê gelek girîng e û wiha got: "Dema ku pêvajoyeke rast a dermankriinê neyê bikaranîn  kes hem xwe di warê derûnî û hem jî di warê civakî de xwe kêm dibîne. Nexweşê ku nikaribe nexweşiya xwe bîne ziman nikare xizmeteke sererast ya tendirustiyê jî bigire. Kesê nizanibe bi zimanê bijîş jî wê xizmeta ku divê jê re bê dayîn nikaribe bigire.  Divê li qada cemaweriyê her kes bi zimanê ku dikare xwe pê îfade bike biaxive. Zimanê tirkî ku zimanê fermiye li gelek qadan têrê nake û kêm dimîne. Gelek ziman bi hev re hem di qada perwerdê de û hem jî li qadên din ên civakî dikarin bên bikaranîn. Bikarneanîna zimanê dayikê pirsgirêka bingehîn e.   'Di xebatên tendirustiyê de şaştî divê neyê kirin'   ‘Gonil wiha dirêjî da axftina xwe: "Armanca sendîkaya me jî ew e ku bi awayekî wekhev kes ji mafê xwe yê xizmeta tendirustiyê sûcdê bigirin û heta roja îro me ji bo vê armanca xwe têkoşîn da. Em ê ji îro û şûnde jî têkoşîna xwe bidomînin. Divê pirsgirêka bikarneanîna zimanê dayikê demildest bê çareserkirin û dewlet erka xwe bi cih bîne.