Îlham Omer: Pêwist e ji bo destkeftiyên xwe em bêtir têbikoşin 2020-02-20 09:03:14   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Endama Meclîsa Serokatiya MSD'ê Îlham Omer geşedanên dawî yên ku li Idlibê, lihevkirinên di navbera Tirkiye, Rûsyayê de nirxand û got: ”Hêzên desthilatdar dixwazin hebûna xwe ya siyasî li ser vîna gelên Sûriyeyê mayinde bikin. Pêwist e gelên Sûriyeyê destkeftiyên xwe biparêzin û ji bo wê têbikoşin.”    Endama Meclîsa Serokatiya MSD'ê Îlham Omer geşedanên dawî yên li Idlibê, lihevkirinên di navbera hêzên herêmî û cîhanî, her wiha planên êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li Sûriyeyê, nirxand.     'Dixwazin Îdlibê wekî alaveke zextê bi kar bînin'   Îlhamê bi lêv kir ku hêzên herêmî û cîhanî dixwazin Îdlibê ji xwe re wekî alaveke zextê bi kar bînin û wiha dom kir: "Meseleya Îdlibê bûye wekî girêkekê. Tiştekî ku zelal û şênber be tune ye. Hêzên herêmî û cîhanî dixwazin şerê li Îdlibê diqewime wekî alava zextê di civînên mîna Astana, Cinêv û civînên ku qaşo ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê tê lidarxistin, bi kar bînin û hebûna xwe ya siyasî xurt bikin. Bi salan e li ser Îdlibê nîqaş tê kirin û tu çareseriyên mayinde nayên pêşxistin."   'Dewleta tirk bûye sedema nakokiyên pir kûr'   Îlhamê nakokiyên Tirkiye û Rûsyayê bi bîr xist û wiha pê de çû:"Niha Tirkiye û Rûsya li Îdlibê hatine hember hev. Ji ber  tirkiye ew sozên derxistina çeteyan a ji Îdlîbê ku dabû Rûsyayê bi cih neanî. Tirkiye dibêje ku Rêjîma Sûriyeyê ji rêya lihevkirinên ku di civîna Astanayê de hatiye kirin, derketiye. Wekî tê payîn jî  her ku diçe şer û aloziya li Îdlibê kûrtir dibe."    'Çareserkirina aloziya Îdlibê dirêj e'   Îlhamê anî ziman ku şerê li Îdlibê wê dirêj dewam bike û kûrtir bibe û wiha pê de çû: "Di aliyê çareserkirina aloziya Îdlibê de, wê hinekî dem dirêj be, ji ber ku hîn lihevkirinên navneteweyî çênebûye. Tu  asoyên çareserkirina aloziya Îdlibê xuya nakin. Tirkiye û Rûsya di gelek mijaran de li hev kirine. Piştî ku Tirkiyeyê S400 ji Rûsyayê kirî û gavek li hember Rûsiyayê avêt êrîşên li ser Sûriyeyê jî zêdetir kir. Niha di derbarê mijara Îdlibê de nakokiyên pir kûr û cidî di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hene."   'Dibe ku beramberî Îdlibê herêmên nû werin radestkirin'   Îlhamê diyar kir ku dibe ji bo Îdlibê hin lihevkirên nû çêbibin û wiha berdewam kir: "Dibe ku di demên pêş de hin lihevkirinên nû di navbera Tirkiye û Rûsyayê de çêbibin. Wekî ku çawa Efrîn hember Xûtayê dan Tirkiyeyê, îhtîmala ku dîsa lihevkirineke bi vî rengî dîsa çêbibin. Tirkiye aloziya li Sûriyeyê ji bo xwe wekî şansekê dibîne."   'Erdogan her ku dikeve nava aloziya Sûriyeyê aloziyê kûrtir dike'    Îlhamê wiha dewam kir: "Erdogan dixwaze xewna Osmaniyan li Sûriyeyê bi cih bîne. Xewna Osmaniyan ku bi dagirkirina El Bab, Ezaz û Cerablûsê dest pê kir bi Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê berdewam dike. Dixwaze herêmên li ser sînor tevlî xaka Tirkiyeyê bike û heta Rêya M4, bigihêje Paytexta Heleb û di Iraqê. Erdogan her ku dikeve nava aloziya Sûriyeyê aloziyê kûrtir dike."   'Pêwist e ji bo destkeftiyên xwe em bêtir têbikoşin'   Îlhamê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêvajoya li Sûriyeyê û şerê ku di van her du salan de diqewime, wê gelekî giran be. Ji ber ku nexşerêya ku hêzên hegemonîk ji Sûriyeyê re xêz dikin hîn bi dawî nebûye. Em jî weke MSD’ê û Rêveberiya Xweser pêwist e di van salan de hîn zêdetir destkeftiyên xwe biparêzin û têbikoşin. Pêwist e ji bo destkeftiyên xwe em bêtir têbikoşin."