‘Zewaca di temenê biçûk de qetilkirina jiyanê ye’ 2020-02-20 09:02:20   Dilocan Bozî   KOBANÊ - Ji Rêveberiya Meclîsa Jinê ya PYD'ê ya Herêma Firatê Sara Xelîl, derbarê zewaca di temenê biçûk de nirxandin kir û got: “Zewaca di temenê biçûk de dibe sedema qeyranên mezin. Di navbera her du zayendan de jî pirsgirêk derdikevin. Zewaca di temenê biçûk de qetilkirina jiyanê ye. Divê li dijî vê yekê têkoşînek hevpar bê meşandin.”   Mêr, dewlet û kaptalîzim bê navber pergala xwe ya bişaftin û koledariyê li ser jin, malbat, ciwan û civakê dide ferzkirin. Netew dewlet mêjiyê civak û ciwanan şolî dike. Bi her awayî ciwanan ji mijarên sereke yên jiyanê, dide qutkirin. Netew dewlet hewil dide mejiyê  ciwanên civakê  ji mijarên siyasî, polîtîk, çandî, û felsefî bide dûrxistin. Loma her demekê mijara zewaca di temenê biçûk de dike rojeva civakê.  Armanca wan  ew e ku civakê bê fikir û biryar bihêlin. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Sara Xelîl bandorên neyînî yên zewaca di temenê biçûk de ji me re anî ziman.   ‘Armanca dagirkeriyê tunekirina pergala netewa demokratîk e’   Sarayê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser talûkeyên zewaca di temenê biçûk de û dagirkeriya li ser herêmê û wiha got: “Pêvajoya ku em  tê de dijîn pir zehmet e. Dijimin ne tenê di aliyê çekdarî de êrîşî herêmên me dike, şerê taybet, aborî û çandî jî li ser gelên me didin meşandin. Dewleta tirk bi rêbazên çekdarî êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê dike û li Bakurê Kurdistanê jî hewil dide ku civakê di aliyê çandî, ehlaqî û polîtîk de tune bike. Jixwe bingeha dewlet netewan li ser bêehlaqiyê hatiye avakirin. Herî dawiyê  dewleta tirk biryar da  ku zarok di temenê biçûk de divê bizewicin û bi vê rêbazê dixwazin civakê di aliyê ehlaqî û çandî de têk bibin. Talûkeya vê yekê gelek mezin e.”   ‘Pirojeya netew dewlet, kolekirina jinan e’   Sarayê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi salan e jin bi tundiya zihniyeta mêrê serdest rû bi rû tê hiştin û wiha domand: “Armanca dewletê  ji zewaca zarokên  temenbiçûk ew e ku jinê bê vîn bikin û wê bixin bin serdestiya xwe. Dema jineke  di temenê zarokatî de bizewice, bê guman ew jin bê vîn dibe û baweriya wê ya jiyanê dişkê. Hêvî û xeyalên wê yên dema pêş winda dibin. Em jî weke jin li dijî hişmendiya dewletên desthilatdar in, bê navber têkoşîn dikin û hewil didin hemû jinan di vê mijarê de bikin xwedî zanistek xurt a jiyanê. Jixwe daxwaz û armanca dijimin ew e  ku pergala netewa demokratîk tune bike û li dijî netewa demokratîk civakeke kole û bê ehlaq ava bike.”   ‘Dewlet dijberî projeya jina azad e’   Sarayê wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ger em vê mijarê bi rengekî  biyolojîk bigirin dest û binirxînin, em zerar, xeterî û neyîniyên zewaca di temenê biçûk de dibînin û rastî pirsgirêkên mezin tên. Dema jinek di temenê zarokatî de were zewicandin, bê guman hem di aliyê biyolojîk de, hem jî di aliyê derûnî de rastî gelek zehmetiyan tê. Zarokek çawa dikare zarokek din bîne dinê? Ew zaroka wê nikaribe civakê jî bi rê ve bibe. Dewlet bi zanebûn ji bo ku ehlaqê civakê tune bike, zewaca zarokan dike biryar. Pêwistiya me jinan  bi zanebûn, perwerde û hişmendiya civaka demokratîk heye.”