ROJEVA 20'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-20 09:00:00   Ji Rêveberiya Meclîsa Jinê ya PYD'ê ya Herêma Firatê Sara Xelîl, derbarê zewaca di temenê biçûk de nirxandin kir û got: “Zewaca di temenê biçûk de dibe sedema qeyranên mezin. Di navbera her du zayendan de jî pirsgirêk derdikevin. Zewaca di temenê biçûk de qetilkirina jiyanê ye. Divê li dijî vê yekê têkoşînek hevpar bê meşandin.” DÎMEN HEYE   *Endama Meclîsa Serokatiya MSD'ê Îlham Omer geşedanên dawî yên ku li Idlibê, lihevkirinên di navbera Tirkiye, Rûsyayê de nirxand û got: ”Hêzên desthilatdar dixwazin hebûna xwe ya siyasî li ser vîna gelên Sûriyeyê mayinde bikin. Pêwist e gelên Sûriyeyê destkeftiyên xwe biparêzin û ji bo wê têbikoşin.” DÎMEN HEYE   * Mîne Karakaş, bal kişand ser girîngiya 21'ê Sibatê û diyar kir ku malbat cihê perwerdeya yekem e û got: "Bi taybet li ser jin û ciwanan polîtîkayên bişaftinê tên meşandin. Li dijî bişaftinê divê axaftina bi kurdî bibe rojane û li hemû qadan bê axaftin." DÎMEN HEYE    *Platforma Piştevaniya Jinê ya Çekmekoyê ji bo di her qada jiyanê de bi jinan re her di nava piştevaniyê de be hat avakirin. Endama Lijneya Birêvebirina Platformê Betul Eren, diyar kir ku dema jin bi hev re bin bi hêz in û got ew ê li dijî tundiya li ser jinê li dijî xizaniya jinê li Çekmekoyê têkoşîna xwe ya bi jinan re bidomînin.  DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, saziyên ku ji hêla qeyûmê ve hatî girtin carek din vedikin û got: "Me stratejiya xwe ya 5 salan derxist. Em dixwazin xizmetê bidin gelê xwe. Em ê texrîbatên qeyûmê hewl bidin ku ji holê rakin." DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP'ê ya Amedê û aktivîsta TJA'yê Hulya Alokmen derbarê plansaziya xebatên 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de axivî. Hulyayê got :"Em ê starta 8'ê Adarê li bajarê Gulîstanê lê winda bûye bidin." DÎMEN HEYE   *Kedkarên tendirustiyê ku bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê di warê tendirustiyê de gotin,"Ji bo xwegîhandina xizmeta tendirustiyê ziman girîng e. Ji ber ku teşîhîseke şaş dikare rê li ber dermankirina şaş vebike û ew jî bibe sedema nexweşiyan an jî mirinê. BI DÎMEN   *Şert û mercên jiyana Fatma Geçer rastiya Tirkiyeyê radixe ber çavan. Fatma 23 salî û 2 zarokên wê hene. Fatma bertek nîşanî rayedaran da û got: “Dewlet alîkariyê dide welatên din lê xizanê li welatê xwe nabîne. Ger ev xanî li ser me hilweşe, piştre hûnê hişyar bibin." DÎMEN HEYE