Fatma Kurtulan: Tirkiye di nava şerekî giran de ye 2020-02-19 16:58:00     WAN - Wekîla Serokê Koma HDP'ê Fatma Kurtulan bal kişand ser rewşa dawî ya Tirkiyeyê û wiha got:"Tirkiye di nava şerekî giran de ye."   Li Wanê Komeleya Çandê ya Piştevaniyê û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyên Navenda Medeniyetê (MEBYA-DER) ya Wanê, 1'emîn Kongreya Awarte pêk anî. Kongre li Eywana Dawetê ya Beyaz Sarayê hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, rêxistinên HDP'ê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê û gelek malbatên girtiyan beşdarî kongreyê bûn. Axaftina destpêkê ji aliyê Rêvebera HDP'ê Leyla Atsak ve hat kirin.    Piştî endamên dîwanê hatin diyarkirin şûnde ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Fatma Kurtulan di kongreyê de axivî.    'Xebatên komeleyê gelekî girîng in'   Fatmayê wiha got:"Komele asta têkoşînê rave dike. Di vê qadê de komeleyek gelek girîng e. Ev komele di encama hêsirên dayikan de hat avakirin. Di warê manewiyatê de gelekî girîng e. Ez hemû hevalên ku di vî warî de dixebitin silav dikim.    'Em naxwazin tu kes jiyana xwe ji dest bidin'   Fatmayê wiha dewam kir:"Kesên ku PKK'ê bingeha pirsgirêka Kurd û sedema pêvajoya dijwar a niha dibînin rast nafikirin. Me pirsgirêka Kurd li sazî, ji gel, li meclîsê rave kir. Heta niha gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Em naxwazin tu kes jiyana xwe ji dest bidin. Em di serdemeke wiha de ne ku kesên digihêjin cenazeyên xizmên xwe bi siûd dibînin."   'Dayikên aştiyê dixwazin silav dikim'   Fatma di axaftina xwe de bal kişand ser dayikan û got: "Me bi dayikan re gelek cenaze defin kirin.  El ber wê banga we ya li ser cenazeyan ku we digot, 'aştî û demokrasî' bejna xwe ditewînim.    'PKK'ê bi caran banga agirbestê kir'   Fatma bal kişand ser têkoşîna kurdan û ev tişt got: "Cîhan îro bi têkoşîna kurda tenê nabêje pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê heye dibêje û rewşa  kurdên li Rojava, Bajûr, Bakur û rojhilat niqaş dike. Çi dibe bila bibe pirsgirêka kurd li dora maseyekê tê niqaşkirin.  Ji sala 1993'yan de birêz Ocaln, dibêje 'Min ji mecbûrî çek girt destê xwe. Lê ez dikarim pirsgirêkê bi diyalogê jî çareser bikim'. Ji sala 1993'yan de gavên girîng hatin avêtin. Ji wê demê û heta niha PKK'ê gelek caran banga agirbestê kir. Herî dawî jî hûn dizanin li Îmaraliyê pêvajo hat destpêkirin. Hevdîtin hatin kirin û gevên girîng hatin avêtin. Bi heyetên ku kesên dewleta tirk rêve dibirin re hevdîtin hat kirin."   Fatma wiha dirêjî da axafitna xwe: "Me bi caran got ku tecrîd li pêvajoyê dixetimîne.  Îro li cihê ku em hatinê kesên mafdar em in. Li welêt kesên ku hesabê wan ê medya civakî heye û bi kar naîne jî di girtîgehê de ne.  Kesên ku dibêjin bila pirsigrêka kurd çareser bibe jî di girtîgehê de ne û kesên ku dibêjin krîza aborî heye jî.  Êdî kes heta ber deriyê meclisê jî tên û dibêjin 'Zarokên me birçî ne' û xwe dişewitînin.  Bi komî întîhar dikin.  Ji ber zilma AKP'ê bi komî întîhar kirine."   Fatma diyar kir ku tecrîd rojeva wan a sereke ye û herî dawî wiha got: "Ez bang li her kesî dikim ku tevli kongreya HDP'ê ya wê li Enqereyê bê lidarxistin bibe."   Kongere, hilbijartina Gulîstan Onver û Savaş Encu ku ji bo MEBYA -DER'ê hatin hilbijartin bi dawî bû.