Li Şirnex û Cizîrê belavok hatin belavkirin 2020-02-19 16:15:16   ŞIRNEX - Ji bo kongreya 23'ê Sibatê ya HDP'ê, Rêxistina HDP'ê ya Şirnex û Cizîrê belavok belav kirin û gel vexwendin kongreyê.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo 4'emîn kongreya HDP'ê ya ku ew ê di 23'ê Sibatê de li Enqereyê pêk were li Şirnex û navçeya Cizîrê belavok belav kirin. Li Şirnexê tevî rêveberên HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr KESK, DÎSK û esnaf hatin ziyaretkirin û belavok hatin belavkirin.   Di serdanê de HDP'ê gel vexwend kongreya ku pêk were.   Li Cizîrê gel vexwendin kongreyê   Piştî ku li Şirnexê esnaf hatin ziyaretkirin heyet hat navçeya Cizîrê jî belavok belav kirin. Di serdanê de gel vexwendin kongreyê.