Kongreya Star rêzecivîn li dar xist 2020-02-19 15:06:08   ŞEHBA - Kongreya Star a Herêma Efrînê derbarê komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat meşandin, rêzecivîn li dar xist.    Kongreya Star a Herêma Efrînê derbarê komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat meşandin, li Şehbayê rêzecivîn li dar xist.   Civîn li navçeya Ehdasê  bi tevlîbûna şêniyên navçeyê, Til Qireh û kampa Serdemê, endamê meclisa herêmê, sazî û dezgehên girêdayî navçeya Ehdas, pêk hat. Hola civînê  bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate xemlandin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê civîn dest pê kir. Sê civîn ji aliyên Endamên Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê hatin birêvebirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku “komployaa navneteweyî ne tenê di 15'ê Sibata 1999'an de hatiye maşendin, ji 1998'an de dema ku Rêber Apo ji Sûriyê derxistin hate destpêkirin û heta 15'ê Sibata 1999'an de dewam kir. Armanc ne tenê Rêber Apo bû, xwestin di şexsê Rêber Apo de hemû gelan tune bikin û bixin bin serweriya xwe.”   Têkildarî komploya navneteweyî sînevizyonek  li ser komployê li her sê cihan hat pêşkêşkirin.   Civîn bi dirûşmên ”Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.