Şaredariya Silopiyê ji herema erdhejê re alîkarî şand 2020-02-19 12:44:16   ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyê ya HDP’yî ji herema erdhejê ku di nava sînorê Xerpêt û Meletî de pêk hat alîkarî şand.    Piştî erdheja di 24'ê Çileyê de bi pîleya 6.8 li Xarpêtê pêk hat şûnde  ji gelek cihan ji herema erdhejê re alîkarî tê aşndin. Di vê çarçoveyê de Şaredariya navçeya Silopiyê ya di bin rêvebiriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê de ye ji bo Xarpêt û Meletî alîkarî şand.   Hevşaredar Suleyman Şavluk bal kişand ser erdheja pêk hat, ji kesên jiyana xwe dest dan re sersaxî û ji yên birîndar re jî şîfa xwest. Suleyman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hem wek şaredarî û hem jî wek gel ji bo gelê me yê Xarpêt û Meletî me alîkarî kom kir û alîkariya ku me kom kir em ê bişînin herêma erdhejê. Lê berê jî hin şaredariyên me yên HDP’yî kamyonên alîkariyê şandibûn û lê kesên berpirsyar bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehîştin ku alîkariyê li gel belav bikin. Lê dîsa jî çi dibe bila bibe em di her şert û mercî de li gel gelê xwe ne.”