ROJEVA 19'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-19 09:00:00   *Jina bi navê K.H ji ber êrîş û zordariya dewleta tirk û hevkarên wê ji Efrînê derket û berê xwe da Kantona Şehbayê. Têkildarî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser bajarê Efrînê axivî û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê piştî Efrîn dagir kir, Efrîn bû dojeh û mirov nikare li wir bijî." DÎMEN HEYE   * Parêzvana mafê jinan parêzer Hatîce Can, diyar kir ku newekheviya tê ferzkirin, jinan neçarî nefeqeyê dike û got: “Nefeqe ne alava dewlemendiyê ye. Jinan dewlemend nake. Heta têrî debara wê jî nake. Ji ber nefeqe têr nake jî jin neçar dimînin di karên bê ewle de bixebitin.” DÎMEN HEYE   *Li Mêrdînê ciwanên di 14’ê Sibatê de hatin binçavkirin û di 17’ê Sibatê de piştî îfadeyê hatin berdan şûnde, diyar kirin ku ew di bin çavan de rastî tehdîd û pêkanînên xerab ên polîsan hatine.   *Hevşaredara Halfelî ya Idîrê Alya Akkuş der barê êrîşên li hember hevserokatî û destkeftiyên jinan de axivî û got: “Me di hişmendiya êrîşan, gava xwe avêt hevserokatiyê. Em ê bi têkoşîna xwe biserkevin.” DÎMEN HEYE   *Jinên bajarê Dêrikê li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin: ”Em xwedî  hêz û îrade ne, wê tu dewletên cîhanê nikarîbin îradeya me bişkînin.” DÎMEN HEYE   *Yek ji sê hosteyên jin ya telkariyê ku li Mîdyadê vî karî dike Munnever Akbulut e diyar dike ku ji bo vê hunerê sebir pêwist e.  DÎMEN HEYE   *Rêvebera DÎSA-DER, dengbêj Meryem Tuncer ji bo Kurdî tune nebe bang li malbatan kir û got: “Ez ji temenê biçûk de dengbêjiyê dikim. Ez bi dengbêjiyê zimanê xwe didim jiyîn û diparêzim.” DÎMEN HEYE   *Rêvebera HDP’a Amedê Şîlan Elman Kan, polîtîkayên tecrîdê yên di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de pêk tê nirxand û got: “Divê em bibin rih û bêrîkirina evîna azadiya Birêz Ocalan. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê em jin ji Birêz Ocalan re bibin rê. Divê em jin deynê xwe yê ji bo Birêz Ocalan bi pêşengiyeke xurt bidin.”   *Aktîvîsta TJA’yê Berîvan Çaglayan der barê 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de bang li jinan kir û got: “Li dijî binpêkirina zîhniyeta serdest ya mêr, em li qadên 8’ê Adarê bên cem hev.” DÎMEN HEYE