Di daneşîna doza êrîşa zayendî de gûmanbar nehat girtin 2020-02-18 15:45:59   EDENE - Daneşîna doza gûmanbarê bi navê M.A.K. yê ku du zarokên xwe bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştin û negirtî tê darizandin hat taloqkirin.   2'emîn daneşîna doza gûmabar M.A.K. yê ku du zarokên xwe bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştibûn li 1'emîn dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin. Dayika zarokan B.K. û parêzerên wê û jinên endamên Platforma Jinan a Edeneyê tevli daneşînê bûn.   Di daneşînê de heyeta dagehê biryar da ku M.A.K. dîsa negirtî bê darizandin û daneşîn taloqî 10'ê Nîsanê kir.