‘Dijmin ji bo tunekirina civakê şerê taybet li ser ciwanan dide meşandin’ 2020-02-18 15:38:51   ŞEHBA - Endamên Kongreya Star a Herêma Efrînê yên ku tevlî komcivîna Komîteya Dîplomasî ya Kongreya Star a Efrînê bûne, axivîn û gotin: “Armanca me ji komcivînê naskirina dîroka jinê ye. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo wê pirsgirêkên jinê bên çareserkirin.”   Komîteya Diplomasî ya Kongreya Star  li Efrînê komcivînek derbarê dîroka jinê ya di warê siyasî, diplomasî, rêxistin û parastinê de li hola Çand û Hunerê ya Navçeya Fafînê ya Şehbayê li dar xist. Hola komcivînê  bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û alên Kongreya Star, her wiha pankertên bi nivîsa"Bi rihê jina azad em ê pergala Îmraliyê hilweşînin"hat xemilandin. Komcivîn bi tevlîbûna nûnerên Kongreya Star a Efrînê, Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê, sazî û dazgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, Yekîtiya Jinên Ciwan û Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê, pêk hat.   Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftin û nêrîn di derbarê rewşa jinê di qadên siyasî, parastin, rêxistinî, têkoşîna jinê û erkên  ku hatine meşandin, hatin kirin. Têkildarî mijarê jinên ku beşdarî komcivînê bûne nêrînên xwe anîn ziman û ji me re parve kirin.    'Armanca me em dîroka rast a jinê nas bikin'   Endama Kongra Star a Efrînê Îlhem Mihemed armanca komcivînê anî ziman û wiha got: "Armanca me ji vê komcivînê naskirina dîroka jinên têkoşer û rola wê di nava dîrokê de ye. Ev komcivîn li ser 6 beşan hatiye orgenîzakirin. Beşa siyasî, xweparastin, diplomasî  û civakî di nav de me esas girt. Armanca me ji vê komcivînê ew e ku jin vegere cewhera xwe ya rast û dîroka xwe bêhtir nas bike. Encamên serkeftî me bi dest xistin. Lê tekoşîna me ji bo nasîna dîroka jinê bi jinan re  berdewam e.”   ‘Dijmin ji bo tunekirina civakê şerê taybet li ser ciwanan dide meşandin’   Endama Yekîtiya Jinên Ciwan, Gulistan Mamo bal kişand ser rola jinên ciwan û wiha pê de çû: “Dijmin şerê taybet bi hemû rêbazên xwe li ser ciwanan dide meşandin û wan ji rolên bingihîn ên di nava civakê  de, dûr dixe. Bi rêya komcivîn û nîqaşan em dikarin bêhtir rola ciwanan bi wan bidin nasîn. Di  hemû qadên civakê de em dikarin vê yekê pêk bînin.”   ‘Bi fikrê Rêber Apo em ê pirsgirêkan çareser bikin’   Endama Komîteya Diplomasî ya Kongreya Star a Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd di derbarê rola jinê û pêşketina wê de nirxandin kir û  wiha got:  “Komcivîn di dema me ya niha de gelek pêwîst bû, ji bo wê me biryara lidarxistina komcivînek siyasî, stend. Em komploya navneteweyî ya di vê mehê de pêk hatiye ya li ser Rêber Apo şermezar dikin. Em jî hewil didin ku ji bo pirsgirêkên ku tê jiyîn bi fikir û ramanên Rêber Apo çareseriyê bibînin. Ev komcivîn bi beşdarbûna jinên siyasetmedar ên Herêma Efrînê dewlemendtir bû.”   Komcivîn bi dirûşmên”Jin jiyan azadî”,”Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.