Ji zaroka windayî agahî nayê girtin 2020-02-18 13:55:55   ERZIROM - Dîdem Tûran a 17 salî ya li gundê Meydanê ya navçeya Aşqeleyê dijî, ev 9 roj in agahiyê jê nayê girtin. Li navçeya xebatên lêgerînê dewam dikin. Hat diyarkirin ku jina ciwan a ji malê derdikeve û saetek şûnde telefona wê tê girtin.    Jina ciwan Dîdem Tûran a 17 salî ya li gundê Meydanê ya navçeya Aşqele ya Erziromê dijî, ev 9 roj in agahî jê nayê girtin. Jina ciwan a ji 10’ê Sibatê ve agahî jê nayê girtin, ji bo ku bê dîtin xebatên leşker, polîs û AFAD’ê yên lêgerînê dewam dikin.    Hat diyarkirin ku piştî jina ciwan ji malê derdikeve saetek şûnde telefona wê tê girtin. Dayika Dîdem Tûran, Nerîman Dûman darbarê windabûna keça xwe de agahî da û wiha got: “Keça min di saetên serê sibehê de ji malê derket û carek din paşve venegeriya. Em serê sibehê li ser taştê rûniştin. Dîdem jî li odeya xwe bû. Ji bo ku were taştê bixwe me çend caran gazî wê kir, lê nehat. Li ser vê yekê min got keça min tu çima nayê tiştekê naxwî. Dûre me nîqaş kir. Piştre ji malê derket. Mala meta Dîdemê li pişt mala me ye. Min got dibe ku çûbe mala xaleta xwe. Ez jî dûre çûm wê derê. Min got Dîdem li ku derê ye. Wan jî ji min re gotin ‘Me Dîdem nedîtiye, nehatiye vê derê.’ Min li derdorê mêze kir. Ji cîranan pirsî. Hemûyan gotin me ne dîtiye. Ez û meta wê çûn gel polîsan û me serlêdana windabûna Dîdemê kir.”    Nerîman, da zanîn ku ev 9 roj in agahî ji keça xwe nagire û wiha got: “Derbarê rewşa wê de fikarên me hene. Ez dixwazim demildest keça min bê dîtin.”