Derbarê rojnameger Şerîfe Orûç de biryara girtinê hat dayîn 2020-02-18 12:43:00   ÊLIH - Di doza darizandina rojnameger Şerîfe Orûç de, biryara girtinê derbarê wê de hat dayîn.    13’emîn danişîna doza derbarê nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ya bi KHK’ê hat girtin Şerîfe Orûç hatibû vekirin de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin.    Rojnameger Şerîfe Oruç a di 5’ê Tîrmeha 2016’an de hat gitin û di 10’ê Tîrmeha 2018’an de, bi şertê kontrola edlî hat berdan beşdarî danişînê nebû. Parêzerê wê Mesût Aydin tevlî danişînê bû.    Şandeya dadgehê bi hinceta Şerîfe peywira xwe ya şertê kontrola edlî bi cih neaniye, derbarê wê de biryara girtinê da.    Dadgehê, biryar da ku dozger mutalaya xwe amede bike û dûre danişîn taloqî 12’yê Gulanê kir.