‘Hikûmet bû hevkarê sûcê êrîşa zayendî lê em ê destûr nedin vê’ 2020-02-18 09:08:47   Gulîstan Azak   STENBOL - Cigirê Midûrê Lîseya Anadolu ya Navendî ya Cizîrê Burak Ercan ku li hember 30’yî zêdetir xwendekarî êrîşa zayendî pêk anîn, bi hinceta ‘ewlehiyê’ tayînê dibistaneke li Stenbolê hatibû kirin. Seroka Şaxa Hejmar 7 a Egîtîm Sen a Stenbolê Ozlem Tolu bertek nîşanê rewşê da û got biryara hatiye dayîn siyasiye. Sekretera Jinan a Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Stenbolê Hurriyet Tarhan jî got hikûmet hevkarê sûcê êrîşên zayendî ye.    Li Şirnexê Cigirê Midûrê Lîseya Anadolu ya Navendî a Cizîrê Burak Ercan bi hinceta ewlehiyê tayînê dibistaneke Stenbolê hatibû kirin. Rêxistinên jinan bertek nîşanê mijarê dan û çalakiyên protestoyî pêk anîn. Meclîsa Jinan a Stenbolê ya KESK’ê jî bertekên xwe nîşandan. Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê di daxuyaniya li Şaxa 2’emîn a Egîtîm Sen a Stenbolê hat dayîn de diyar kir ku hikûmet hevkarê êrîşa zayendiye. Seroka Şaxa Hejmar 7 a Egîtîm Sen a Stenbolê Ozlem Tolu û Sekretera Jinan a Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Stenbolê Hurriyet Tarhan diyar kirin ku divê gumanbar demildest bê cezakirin.   ‘Êrîşên zayendî ji nedîtîve tên’   Ozlem Talu destnîşan kir ku mamosteyê ku derket holê 30 xwendekar tacîz kiriye, divê demildest ji mamoste ji zarokan bê dûrxistin û da zanîn ku li şûna ku mamosteyên ku ji ber nêrînên xwe hatine cezakirin, divê tecawizkar û tacizkar bên cezakirin û got: "Di navbera mamosteyên ku fikrên xwe tînin ziman û mamosteyên ku tecawizkar heman polîtîka nayê meşandin. Tecawizkar tên parastin û biryara hikûmetê daye jî biryareke siyasiye. Ev ne tiştekî ku bê qebûlkirinê ye. Kesekî ku li cihekî biçûk yê wek Şirnexê vî tiştî dike wê li cihekî mezin yê wek Stenbolê bi rehetî bike. Ev biryar tê wateya ‘Hadi biçe Stenbolê dilê te çi dixwaze bike’. Tu vegotina vê tune. Ev nêzîkatî nîşan dide ku tacîz, tecawiz û îstîmar ji nedîtî ve tê. Em dixwazin ev kes demildest ji peywirê bê dûrxistin.”   ‘Gelo hikûmet çawa biryarek wisa dide’   Hurriyet Tarhan jî bi lêv kir ku hikûmetê bi biryara ku daye bûye hevkarê sûc û wiha dawî lê anî: “Bûyerên êrîşên zayendî û tacîzê di rojên dawî de zêde bûye. Êrîşên zayendî sûcê mirovahiyê ye. Nedîtina vî sûcî jî hevkariya sûc e. Burak Ercan yê ku 30 xwendekar îstîsmar kiriye, bi hinceta ewlehiyê tayînê Stenbolê dikin. Bi rastî jî hişê mirovan vê helwestê nagire. Gelo hikûmet biryarek wisa çawa dikre bide. Di civakê de dengekî mezin da. Em ê li pey vê bûyerê bin. Em ê destûr nedin ku ev kes peywirê bike. Li şûna ku divê ji zarokan dur bê girtin, li cihekî wek Stenbolê peywirê dike. Em ê ji bo ku gumanbar bê cezakirin pêşa bûyerê bernedin.”