Jinên ereb ên fêrî Kurdî dibin: Zimanê Kurdî xwedî dewlemendiyeke mezin e 2020-02-18 09:02:42   Xezne Celal   KOBANÊ - Jinên ereb ên ku beşdarî perwerdeya Zimanê Kurdî dibin derbarê perwerdeyê de diyar kirin ku ew dixwazin ji Zimanê Kurdî sûdê wergirin û wiha gotin:"Ji bo ku em fêrî Kurdî bibin û jê sûdê werbigirin, em tevlî perwerdeya Zimanê Kurdî bûn. Ev perwerdeyên ku ji aliyê Kongreya Star ve tên dayîn di aliyê jiyanî de bi me re dibe alîkar. Pêwist e ku her jin vê firsendê qezenc bike û beşdarî perwerdeyên ku tên dayîn bibe."   Rêxistina Kongreya Star a navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê di 3’ê Hezîrana 2018’an de hat damezrandin. Ji destpêka damezrandina wê ve, ji bo mafê jinan bi dest bixin kar û xebat didin meşandin. Derfet ji bo jinan tê avakirin ku rola xwe di hemû warên jiyanî û civakî de bilîzin da ku jin  bi xwe bikaribe jiyana xwe ya civakî û kar bi rê ve bibe. Rêxistina Kongreya Star li herêma Eyn Îsa gelek civîn li dar xistin û ji bo azadkirina fikrê jinê û wê di aliyê birdozî de pêş bixin gelek perwerde dest pê kirin. Ev dewreyên ku hatin dayîn ji aliyê jinan ve bi rengekî erênî hatin nirxandin.   Di çarçoveya kar û xebatên Rêxistina Kongreya Star de li navçeya Eyn Îsa li gor daxwaza jinên ereb ên di saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikin perwerdeya fêrkirina zimanê kurdî di 7’ê Sibatê de dest pê kir. Armanca wan ji vê perwerdeyê ew e ku ji bilî zimanê xwe, zimanekî nû fêr bibin û bi rêya zanistê xwe di aliyê fikir de pêş bixin.   Perwerde rojê seatekê li navenda Kongreya Star  tê dayîn. Tê payîn ku ev perwerde mehekê dom bike. Jinên ku tevlî perwerdeyê bûne nêrînên xwe parve kirin.   'Bi rêya perwerdeyan jin fikrê xwe pêş dixe'   Endama şaredariya navçeya Eyn Îsayê  Henan El-Misyar destnîşan kir ku ew bi xwesteka xwe tevlî vê perwerdeyê bûye û wiha got: "Min dixwest ez tevlî vê dewreyê bibim ji bo ku fêrî Zimanê Kurdî bibim. Di destpêka perwerdeyê de ez gelek zehmetî jiyam, lê bi demê re hêdî bi hêdî ez fêrî Zimanê Kurdî bûm. Mamosteya ku waneyên kurdî dide me bi rihê hevaltî nêzî me dibe û bi rêbazeke xweş waneyê şîrove dike. Ev yek dihêle ku em bi coş û kelecan beşdarî waneyan bibin. Ez hêvîdar im ku her kes tevlî vê perwerdeyê bibe ji bo ku sûdê jê bigirin û agahiyên xwe zêde bikin. Ji ber ku perwerde ji bo jinan girîng e û jin bi rêya perwerdeyê fikir û ramanên xwe pêş dixin."   'Pêwist e her jinek vê firsendê qezenc bike û beşdarî perwerdeyan bibe'   Endama Şaredariya Eyn Îsa Wela Mensûr behsa hezkirina xwe ya ji Zimanê Kurdî re kir û wiha domand: "Ez bi îradeya xwe beşdarî vê dewreyê bûm. Ji bo ku ez fêrî Kurdî bibim û jê sûd werbigirim. Li hemû saziyên me ereb û kurd bi hevdu re kar dikin, ji ber vê yekê di hundirê min de evîneke mezin çêbû ku ez fêrî zimanê kurdî bibim û bikaribim bi kurdî bi hevalên xwe re biaxivim. Mamosteya me jî rêbazê wê ya wanedayînê baş e û gelekî bi me re mijûl dibe. Ev yek jî dihêle ku em zûtir fêr bibin. Ev perwerdeyên ji aliyê Kongreya Star ve tên dayîn di aliyê jiyanî de bi jinan re dibe alîkar û jin pir jê sûd werdigirin. Zimanê Kurdî xwedî dewlemendiyeke mezin e. Divê em jî hîn bibin.. Pêwist e ku her jin vê firsendê qezenc bike û beşdarî perwerdeyên ku tên dayîn bibe. Kevneşopiyên civakê ku li pêşiya jinê dibin asteng bişkîne û rola xwe pêk bîne."   'Em ê bi yekîtiya jinên herêmê êrîşên dijmin vala derxin'   Ji Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê Rodîn Bekir teqez kir ku wan ji bo jinên ereb perwerdeya Zimanê Kurdî dane destpêkirin û wiha pê de çû: "Li gor daxwaza jinên pêkhateyên ereb ên di saziyan de dixebatin me perwerdeya zimanê kurdî ji bo wan dest pê kir û xwesteka wan pêk anî. Xwesteka jinan heye ku fêrî kurdî û rêzimana kurdî bibin. Ji ber vê yekê jî zû fêr dibin û dema wanedayînê de bi awayekî çalak tevlî waneyan dibin. Armanca me ji vê perwerdeyê ew e ku jinan di aliyê zanistî de pêş bixin. Di rewşeke wisa ku her roj êrîş û gefên dewleta tirk û hevkarên wê li ser navçeya Eyn Îsa hene wek Rêxistina Kongreya Star em kar û xebatên xwe berdewam dikin. Van êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê bandor li ser karê me nekir. Hîn bêhtir kar û xebatên me di vê demê de zêdetir bû. Di vê demê de me civîn ji gel re li dar xistin û me rewşa herêmê ji wan re nirxand. Her wiha me alîkarî bi kesên astengdar kir û em serdana malbatan dikin. Bangawaziya min ji bo jinan hemû ew e ku yekîtiya xwe xurt bikin, rê nedin ku dijmin li ser xaka me xewin û xeyalên xwe pêk bîne."