ROJEVA 18'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-18 09:00:00   *Jinên ereb ên ku beşdarî perwerdeya Zimanê Kurdî dibin derbarê perwerdeyê de diyar kirin ku ew dixwazin ji Zimanê Kurdî sûdê wergirin û wiha gotin:"Ji bo ku em fêrî Kurdî bibin û jê sûdê werbigirin, em tevlî perwerdeya Zimanê Kurdî bûn. Ev perwerdeyên ku ji aliyê Kongreya Star ve tên dayîn di aliyê jiyanî de bi me re dibe alîkar. Pêwist e ku her jin vê firsendê qezenc bike û beşdarî perwerdeyên ku tên dayîn bibe." DÎMEN HEYE   *Yek ji rojeva herî girîng ya kudan yekitiya neteweyî ye. Hiqûqnas Perîxan Ehmet Kerîm, diyar kir ku di avakirina yekitiya neteweyî a kurd de rola jinê girîng e û got: "Roleke girîng dikeve li ser mile jinê ku dive hemû jinên kurd yekbûna xwe bi hêz bikin û bibin pêşengê yekitiyê." DÎMEN HEYE    *Di pêvajoya dawî de gumanbarên ji sûcên tacîz, şîdet û tecawizê tên darizandin û lêpirsîn der barê wan de hatiye vekirin, bi hinceta daxistina ‘rewşa baş’ tên tahliyekirin, beşek wan jî tên beratkirin.    *Parlamentera HDP’ê Pero Dundar tecrîd girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Birêz Ocalan tevî tecrîda giran, ev lîstik vala derxist.” BI DÎMEN    *Malbatên ku zarokên xwe di komkujiya Madimakê de winda kiribûn diyar kirin ku bi biryara efûyê ya ji bo gumanberê komkujiyê Ahmet Turan Kiliç hatiye dayîn peyama ‘Hûn dikarin komkujiya komî pêk bînin, em we efû dikin’ heye û gotin: “Ev pirsgirêka Tirkiyeyê. Em ê li dijî biryarê dozê vebikin. Hûn yên efû kirine jî efû nakin.” DÎMEN HEYE    *Cigirê Midûrê Lîseya Anadolu ya Navendî ya Cizîrê Burak Ercan ku li hember 30’yî zêdetir xwendekarî êrîşa zayendî pêk anîn, bi hinceta ‘ewlehiyê’ tayînê dibistaneke li Stenbolê hatibû kirin. Seroka Şaxa Hejmar 7 a Egîtîm Sen a Stenbolê Ozlem Tolu bertek nîşanê rewşê da û got biryara hatiye dayîn siyasiye. Sekretera Jinan a Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Stenbolê Hurriyet Tarhan jî got hikûmet hevkarê sûcê êrîşên zayendî ye.  BI DÎMEN    *Cigirê Midûrê Lîseya Anadolu ya Navendî ya Cizîrê Burak Ercan ku li hember 30’yî zêdetir xwendekarî êrîşa zayendî pêk anîn, bi hinceta ‘ewlehiyê’ tayînê dibistaneke li Stenbolê hatibû kirin. Seroka Şaxa Hejmar 7 a Egîtîm Sen a Stenbolê Ozlem Tolu bertek nîşanê rewşê da û got biryara hatiye dayîn siyasiye. Sekretera Jinan a Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Stenbolê Hurriyet Tarhan jî got hikûmet hevkarê sûcê êrîşên zayendî ye.