'Ji bo jiyaneke bê tundî em ê derkevin qadan' 2020-02-17 14:51:54   STENBOL - Platforma Jinan a 8'ê Adarê ku ji çapemeniyê re civîn li dar xist, diyar kir ku ew ê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, ji bo jiyaneke bê tundî derkevin qadan.    Platforma 8'ê Adarê ku ji gelek jinan pêk tê  bı dirûşma "Em di 8'ê Adarê de tên gel hev" li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê civîn ji çapemeniyê re li dar xist. Civîn bi tevlibûna axtîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratik a Gelan (HDP), Jinên Anarşîst,  YDK, SKM û jinên EMEP'yî, Piştevaniya Mor, Parastina Jinan, Tevgera Jinên Demokratîk (DKH), Jinên Pêşeng,  jinên endamên Halk Evî ü gelek jinên din hat lidarxistin. Daxuyaniya bi sernavê, "Em li dijî kriz û tundiyê li tevahiya cihanê li ser piyane" li ser navê platformê ji aliyê Sevda Erkilinç ve hat xwendin.    Eqübeta jinan pirsîn   Sevda, anî ziman ku di salên dawî de qetilkirina jinan zêde bûye û wiha got: "Dengê Emine Bulut ê ‘Ez naxwazim bimirin' hêj di guhê me de ye. Dîsa Ceren Ozdemir ji aliyê mêrê ku qet nas nedikir ve hat kuştin. Şule Çet  ji qatê 20'an avêtin xwar û kuştin. Em dipirsin Nadira Kadirova, Rabia Naz û Gulistan Doku çi li wan hat?"    İqtîdar pere li şer xerc dike   Îqtîdar li Rojhilata Navîn bi milyonan dolar pere li şer xerç dike. Ji ber vî şerê heyî jin rastî tacîz û tecawizê tên. Keda wan tê xwarin. Jin li dijî vê tundiyê dengê xwe bilind dikin û li kolanê rarstî tundiya polîsan tên. Em li dijî tundiya mêr, yên ser cînayetên jinê bincil dikin, yên şer sor dikin, yên qrîzê ava dikin, dengê xwe bilind dikin. Em hesap ji mêrê serdest, kapitalizmê û AKP’ê dipirsin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo têkoşînê mezin bikin, dixwazin di 8'ê Adarê de di hevdîtina Jinan a Kadikoyê de kom bibin û tev li mîtîngê bibin."