Li dijî binçavkirinan bertek hat nîşandan 2020-02-17 14:34:57   MÊRDÎN - Li Kerboranê derbarê girtina 16 kesên li Mêrdînê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de hat gotin li dijî partiya HDP'ê her zext tên kirin û ew ê têkoşîn li dijî vê yekê bidome.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê binçavkirina 16 kesî yên berî komploya 15'ê Sibatê de daxuyanî da. Rêveberên partiyê û Parlamentera HDP'ê Ebrû Gunay jî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu anî ziman ku partiya HDP'ê bi operasyonan tê xwestin ku bê îlegalîzekirin. Siyasetmedarên ku li ser navê gel siyasetê dikin tê xwestin ku di bin tecrîdekê de bin. Perîhanê anî ziman ku peywira îktidarê vekirina pêşiya siyaset û demokrasiyê ye lê li dijî partiya HDP'ê her zext tên kirin û ew ê têkoşîn li dijî vê yekê bidome.