Gefa kuştinê li Hevseroka HDP’a Rihayê hat xwarin 2020-02-17 13:17:40   RIHA - Li ser medya civakî gefa kuştinê li Hevseroka HDP’a Rihayê Emîne Çetîner hat xwarin. Emîne dê giliyê vê gefê bike.    Li ser medya civakî gef li Hevseroka Rêxistina HDP’a Rihayê Emîne Çetîner hat xwarin. Roja şemiyê bi şev saet li derdora 23.00’an hesabê bi navê “"jitem.turkey" peyama “"Şev baş hewall ölüm seni bulacak jitem (Şevbaş heval mirin wê te bibîne jîtem)" ji Emîne re şand.    Emîne da zanîn ku ev gefa kuştinê li dijî nasnameya jinan û têkoşîna wan hatiye kirin û got: “Em li vir in, li qada ne û natirsin. Û em ê her tim li qadan bin. Wê ev gef nikaribin me bitirsînin û bêzar bikin”.    Emîne wê îro bi rêya parêzerê xwe biçe dozgeriyê û gilî bike.