Ji ber berfê rêya 343 gundên Wanê hatin girtin 2020-02-17 11:58:19   WAN - Li Wanê ji ber barîna berfê rêya 343 gund û mezrayan li çûnûhatê re hat girtin.    Ev demek eli herêma Wanê berf bênavber dibare. Ji ber barîna berfê rêya bi sedan gund û mezrayan hatine girtin. Li navçeya Miksê rêya 71 gundan, li Elbakê rêya 94 gundan, li Ebexê rêya 14 gundan, li Şaxê rêya 57 gundan, li Erdîşê rêya 31 gundan, li Westanê rêya 8 gundan, li Payîzavayê rêya 17 gundan, li Rêya Armûşê rêya gundekî, li Bêgirê rêya 9 gundan, li Qelqeliyê rêya 23 gundan, li Seravê 9 gundan û li Tûşbayê rêya 9 gundan bi giştî rêya 343 gund û mezrayan ji çûnûhatê re hatine girtin.