Ji ber êrîşên li dijî Minbicê jinekê jiyana xwe ji dest da 2020-02-17 09:55:55   MINBIC - Di êrişa komên girêdayî dewleta tirk a li djiî gundên rojavayê bajarê Minbicê de jinekê jiyana xwe ji dest da. Sivîlek û 5 leşkerên rejîma Sûriyeyê birîndar bûn.   Komên girêdayî dewleta tirk ji gundê Yaşlî, gundên Dendeniya, Um Edesa, Farat, Um Celûd, Eseliya û Seyada yên bakurê rojavayê Minbicê dan ber topan. Di encama topbaranê de jinekê jiyanax we ji dest da, sivîlek din birîndar bû.   Hate ragihandin ku topek li mizgefta gundê Um Edese ket di encamê de ziyan gihaştin mizgefê.   Komên girêdayî dewleta tirk nuqteyên rejîmê yên li gundê Ewseclî yê ser rêya navdewletî ya Bab- Minbicê kirin hedef. 5 leşkerên rejîmê birîndar bûn.   Buroya Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyanî dabû, tê de ragihand ku hêzên rejîmê bersiva jêdera êrişê dan, 2 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.