Ji Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî Melanîe: Azadiya Ocalan ferz e 2020-02-17 09:06:14   ENQERE - Melanîe Gîngell ya di Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî de cih digire, diyar kir ku ji bo çareseriya aştiyane pêk bê azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ferz e.   Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya ku tê de wezîrê karê hundir yê berê yê Îzlandayê û wezîrê dadê Ogmundur Jonasson jî heye, hat Enqereyê û çûn serdana Navenda Giştî ya HDP’ê. Heyetê bi hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û di partiyê de gelek hevdîtinên din kirin. Melanîe Gîngell ya di heyetê de cih digire û di heman demê de di Komîteya Kampanya Aştiyê ya li Kurdistanê de cih digire, der barê serdan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de nirxandin kir.   ‘Tecrîda li ser Ocalan canê mirovan diêşîne’   Melanîe polîtîkayên tecrîdê yên hikûmetê nirxand û diyar kir ku hewl tê dayîn bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd bê sînorkirin û çewisandin. Melanîe wiha got: “Bi taybet desthilatdarî di polîtîka Sûriyeyê de mekanîzma tecrîdê bi kar tîne. 20 sale li ser Birêz Ocalan tecrîd heye. Bandora Ocalan ya li ser gelê Kurd xuyaye. Ji ber vê hikûmet vê wek alavek bi bandor bi kar tîne. Ew dibêje wê bi vî awayî pirsgirêka Kurd çareser bike. Lê dema mirov di alî mirovahî de li vê dinêrin, tecrîda li ser Ocalan gelek zalim e. Canê mirovan diêşîne.”   ‘Azadî ferz e’   Melanîe daxuyakirin ku ji bo pêvajoya aştiyê divê kesên tevlî pêvajoyê dibin bên cem hev û di çarçoveya muzakereyê de nîqaş bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê ger lîderê gelekî bê hepskirin, tecrîdkirin, mixabin ev ne pêkan e. Li her derê cîhanê ev wisa ye, bûyer bi vî awayî nayên çareserkirin. Bi muzakereyê dikare bê çareserkirin. Bêguman ev îradeyeke siyasî ye. Ger îradeyeke siyasî ya wisa hebe wê pêk bê. Di pirsgirêka Kurd de azadî esasa herî girîng e. Ji bo aştiyê azadiya Birêz Ocalan ferz e.”   Melanîe grevên birçîbûnê yên ku bi hezaran girtî tevlî bûne jî bibîr xist û wiha pê de çû: “Me grevên birçîbûnê şopand. Grevên birçîbûnê nîşan da ku gelê Kurd çiqas bi aştî û demokrasiyê bawer e. Mirovan bedena xwe danîn holê. Piştre destkeftî hat bidestxistin. Birêz Ocalan qe nebe parêzerên xwe dît.   ‘Hikûmetê bersiv neda banga Ocalan’   Melanîe di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Peyama Abdullah Ocalan girîng bû. Lê mixabin hikûmetê bersiva erênî neda. Piştre dagirkirina li hember Sûriyeyê pêk hat. Vê helwesta hikûmetê hêviya me têk bir. Îngîlîstan piştî Brexîst, ji YE’yê veqetiyan û ji xwe re ji derveyê Ewropayê li pantnerên ku pê re bazirganiyê bike geriya. Yek ji partneran jî Tirkiye bû. Hikûmeta Îngîlîstanê jî ji xwe di nokteyeke ku piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Ji xwe niha hevkariyeke wan ya bi Tirkiyeyê re ya bazirganî heye. Heta ji destê me bê em ê di rayagiştî ya îngîlîz de jî tiştên li Tirkiyeyê tên jiyîn îfşa bikin. Piştî em vegerin Îngîlîstanê em ê di parlamentoyê de xebatên xwe bidomînin. Li Îngîlîstanê li ser mijara Kurd, komeke parlamentoyê ya ku parlamenter jî tevlîbûne hat avakirin. Em ê xebatên xwe bidomînin.”   Melanîe der barê heyetê de jî ev agahî da: “Heyeta Îmraliyê her sal bi rêk û pêk civînê dike. Kes diguherin lê heyet her sal tê avakirin. Akademîsyen, siyasetmedar û ji her qadê parêzvanê mafê mirovan cih digirin. Heyet hewl dide mijara zindî bigire. Me ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serlêdana fermî kir. Me her tim ceriband. Me daxwaza hevdîtinê kir. Lê em ji nedîtîve hatin. Yanî em jî tevlî tecrîdê kirin. Niha em jî wek tecrîdkirîne.”   Melanîe Gîngell kî ye?   Melanîe ya di Baroya Londonê de xebatan dimeşîne, li Zanîngeha London a Southband dersên Hiqûqa Femînîst û Hiqûqa Mafê Mirovan a navneteweyî dide. Melanîe bi gelek saziyên cuda re li Ewropa, Rojhilata Navîn û Başûrê Amerîkayê li qadê bû û di vê pêvajoyê de wek çavdêr tevlî gelek dozan bû. Melanîe Baroya Îngîlîstan û Galler temsîl kir, tevlî dozên parêzerên Kurd yên li Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bû û çavdêriyên xwe kir rapor û di heman demê de jî di komîteya ‘Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê’ de cih digire.