MSD bi jinên serbixwe û partiyên Til Temirê re civiya 2020-02-17 08:44:26   HESEKÊ - Bi armanca nirxandina geşedanên dawî li Sûriyeyê, MSD'ê ji kesayetên serbixwe yên jin û partiyên navçeya Til Temirê re civînek li dar xist.    Endama Ofîsa Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk Wefa Omer û Endama Meclisa Serokatiya MSD'ê Îlham Omer, bi jinên serbixwe, rêveberên Partiya Aşûrî ya Demokratîk, endamên Kongreya Star, Rêveberên PYD'ê û Endama Meclisa Zagonsaz re bi armanca nirxandina geşedanên dawî li Sûriyeyê,  li Partiya Yekîtiya Demokratîk, civiya.   'Asoyên çareserkirina kaosa Sûriyeyê xuya dike'   Di civînê de Îlham Omer êrîş û dagirkeriya dewleta tirk li ser axa Sûriyeyê bi bîr xist û wiha got: "Şerê ku îro li Sûriyeyê diqewime di nav berjewendiyên hêzên hegemon de ye û asoyên çareseriya vê kaosê xuya dike. Avakirina MSD'ê di pêvajoyeke pir nazik re gelekî girîng bû û armanca me jî ew e ku bibin hêza çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê û dawî li xwînrijandina gel bînin."   'MSD'ê mîsogeriya Sûriyeke azad e ne navendî ye'   Îlhamê rol û misyona MSD'ê ya di Sûriyeyê de wiha parve kir: "MSD'ê mîsogeriya Sûriyeke azad pir rengî û ne navendî ye. Pilanên dagirkirinê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve li ser Sûriyeyê berdewam dike. Dagirkirina Sûriyeyê ji Cerablus, Bab û Ezazê dest pê kir û bi Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê berdewam dike. Dagirker dixwaze ku demografiya herêmê di bin navê parastina sînorê xwe û "Herêma Ewle"de biguherîne û tevlî sînorê Tirkiyê bike."   'Şer bi leşkerî çareser nabe'   Îlhamê di dewama axaftina xwe de jî ev yek anî ziman: "Şer bi tenê leşkerî nabe. Pêwîst e bi rengekî siyasî were çareserkirin. Rêjîma Sûriyeyê dixwaze ku em vegerin beriya 2011'an. Gelê me yê ku bi xwîna zarokên wan ev ax ji komên çeteyan rizgarkirin e, vê yekê qebûl nakin. Me gelek caran hewil da ku em , Rêjîm û Opizisyona Sûriyeyê werin ser maseyekê û li ser pirsgirêka Sûriyeyê nîqaş bikin û riyên çareseriyê bibînin, lê mixabin hinek nehatin û yên hatin jî xwestin li gorî berjewendiyên xwe çareser bikin."   'Kaosa Sûriyeyê di zûtirîn demê de neyê çareserkirin wê kûrtir bibe'   Îlhamê da xuya kirin ku Sûriye di xeteriyê de ye û wiha dawî li gotina xwe anî: "Sûriye di xeteriyeke pir mezin de dijî, xaka wê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tê parçekirin û dagirkirin. Beşek di bin serweriya komên çete yên bi ser Tirkiyeyê ve ne û beşek jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rê ve dibe. Herêmên Rêveberiya Xweser heta niha jî stragehek ji tevahî gelê Sûriyeyê re ye. Kaosa Sûriyeyê di zûtirîn demê de neyê çareserkirin wê kûrtir bibe."   'Pêwîst e têkiliyên jinê hîn zêdetir xurt bibin'   Wefa Omer jî bal kişand ser rol û misyona jinê ya di sazî û rêxsitinên Rêveberiya Xweser de û wiha got: "Jina azad tê wateya ku civak jî pê re azad dibe û di nava guhertin û veguhertinekê de dijîn. Pêwîst e endam û rêveber bi jinên serbixwe yan jî endam û rêveberên partiyên cuda têkiliyên xwe xurt bikin."    Civîn bi nîqaşkirina li ser rewşa herêmên dagirkirî û rêbazên xurtkirina rêxistinkirina gel, bi dawî bû.