Koçberên Kampên Waşûkanî û Serdemê li dijî komployê meşiyan 2020-02-16 16:19:11   NAVENDA NûÇEYAN - Bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî a ku derheqê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan pêk hatiye, koçberên Kampa Waşûkanî û Kampa Serdemê meşeke li dar xistin.   Di 15’ê sibata 1999’an de komployek navneteweyî li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan pêk hat û radestî dewleta tirk  hate kirin. Di ser komployê re 21 sal derbas bû, lê vê yekê îrdeya gelê berxwedêr zêdetir kir. Bi armanca şermezarkirina vê komployê bi sedan koçberên Kampa Waşûkanî li Hesekê û Kampa Serdemê li şehbayê, komploya navnetewî bi meşên girseyî şermezar kirin.       Li hesekê şêniyên Kampa Waşûkanî meşiyan   Şêniyên  Kampa Waşûkanî bi meşek girseyî komploya 15’ê sibata ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin şermezar kirin. Meş bi beşdarbûna Endam û rêvberên Meclisa kampa Waşûkanî û Kongreya Star, pêk hat. Di meşê de wêneyên Rêber Ocalan û pankartên bi nivîsa "Komploya li ser Rêber Apo komploya li ser pêkhateyên herêmê ye “ hatin hildan. Meş ji  Navenda Heyva Sor a Kampa Waşûkanî dest pê kir û li ber Navenda Rêveberiya Kampa Waşûkanî veguherî mêtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hat kirin.    Hevserokê Meclisa Kampa Waşûkanî Ela Cemîl komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û tekez kir ku êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê berdewama komploya 15’ê sibatê ye û wiha pêde çû:”Em wekî şêniyên Kampa Waşûkanî komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin. Me rêka berxwedaniyê hilbijartiye, em  nahêlin dijminên me  bighêje armancê xwe ku me tune bike. Îro em di bin konan de li ber xwe didin û em ê xaka xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin. Li ser gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê komployek tê meşandin, da ku carek din pergala Netewa Demikratîk têk bibin. Lê berxwedana gelan wê vala derxîne ."   Meş bi dirûşma “Azadî ji bo Rêberê neteweyî “ bi dawî bû.   Li Şehbayê meşa koçberan   Bi boneya Salvegera 21'emîn Komploya navnetewî ya li ser Rêberê PKK'Abdullah Ocalan û  bi dirûşma "Projeya Netewa Demokratîk dê tenê bi azadiya Rêber Apo re were avakirin" Meclisa Kampa Serdemê ya Şehbayê, meşek li dar xist.    Bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin, Şêniyên Efrînê ên ku di kampa Serdemê de li ber xwe didin, meşiyan.  Meş bi tevlîbûna Şêniyên Kampa Serdemê, sazî û dazgehên Kampê, pêk hat.    Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê, her wiha pankertên bi nivîsên"Berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misogeriya serkeftina pirojeya netewa demokratîk e", "Rûreşbûn ji pilan û pilangeran re","Berxwedana serdemê berdewame het rizgarkirina Efrînê"hatin hildan. Meş ji destpêka Kampê de dest pê kir û li  qada Meclisa Kampê, rawestiya.    Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, axaftin li ser navê Rêveberiya Kongreya Star a Kampa Serdemê Salîha Mihemed, li ser navê Rêveberiya kampan Mihemed Emadan, kir.    Kesên ku axivîn wiha got: "21'emîn salvegera komploya navneteweyî ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin  e.Em vê komployê tund şermezar dikin. Ev 21 sale dewletên navneteweyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîl girtine û  tu kesî derbasî gel Rêber Apo nakin, ji bo ku vîna me bişkînin. Em weke Kongreya Star dibêjin  tû kes nikare vîna me bişkîne û felsefeya Rêber Apo ji me qut bike."   Meş bi dirûşma"Bê Serok jiyan nabe"bi dawî bû.