Nesrîn Akgul: Komplo negihaşt armanca xwe 2020-02-16 09:12:19   STENBOL - Nesrîn Akgul ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ket grevê û piştre veguhert rojiya mirinê, pêvajoya komployê ya ji 1998’an heta niha hatiye destpêkirin nirxand û got: “Bi komployê xwestin PKK’ê bê lîder û gel jî bê pêşeng bihêlin. Ji bo şikandina tecrîda hewcedarî bi têkoşîneke pir alî û topyekun heye. Divê tiştên tên jiyîn di hiqûqê de bê teşhîrkirin."    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û di ser komployê de 21 sal derbas bû. 21 salin tecrîda li Îmraliyê didome. Bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven greva birçîbûnê hat destpêkirin û grev di demeke kurt de li hemû girtîgehan belav bû û piştî grevan di gulana 2019’an de piştî 8 salan şûnde parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Lê piştî vê dîsa tecrîd ket dewrê. Yek ji girtiyên li dijî tecrîdê ket greva birçîbûnê û piştre çalakiya xwe veguherande rojiya mirinê Nesrîn Akgul ya li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî bû. Nesrîn bi nameya xwe bersiv da pirsên ajansa me û derbarê komploya navneteweyî de nêrînê xwe anî ziman.   *Komploya navneteweyî ya di 9’ê cotmeha 1998’an de hat destpêkirin di 15’ê Sibata 1999’an de bi radestkirina Abdullah Ocalan encam bû. Hûn vê komployê çawa dinirxînin?   Rêberiyê der barê pêvajoyê de gotibû ‘Tiştên min jiyan kir, trajediyeke ku evliyayan jiyan kiribû.’ Dirutî û îxaneta hat jiyîn trajediya herî mezin a serdemê bû. Berpirsên vê trajediyê, senaryoyên li ser xîleyê xistin dewrê û qada jiyanê nehiştiye. Li dijî hebûna mirovekî, tirsa ku hêzên şaristaniyên mezin jiyaye, aşkera xuya dike. Komplo hîna jî didome. Komplo navneteweyî bû. Yanî bi pêşengiya Îngîlîstan, DYA, Israîl û gelek welatên din hat temam kirin. Hêzên hegomonîk bi vî awayî starta 3’emîn Şerê Cîhanê dan. Xwestin tevgera azadiyê teslîm bigirin û bi vê armancê jî rêbertiyê dîl bigirin.   Ev komplo piştî Gladio ya ku NATO’yê meşandin şûnde lingekî girîng ava kir. Ji ber ku dijhiqûqî hat kirin. Dewletên Ewropayê hiqûqa xwe binpêkirin. Piştî rêbertî hat girtin ne hiqûqa navneteweyî ne jî ya Tirkiyeyê pêk hat. Bi pêkanîna komployê re gelek bazarên qirê jî hatin kirin.   Tişta herî girîng jî li hemberî jinan jî komplo pêk hat. Rêbertiyê ji bo jinan got ‘Hûn li ser cihekî bi xetertir in.’ Di pêvajoya vê tasfiyeyê de, tiştên ku tevgera jinan jiya, êrîşên li hember tevgera îdeolojiya jinan derket holê. Heta dîlgirtina rêbertiyê, tevgera jinan ya ku her tim bi rêbertiyê re tevgeriya, bi vî awayî tenê ma û hat xwestin ku bi vê jî nikaribin xwe birêvebibin û li ber xwe bidin.    *Amerîka û Ewropayê çima nexwest pisgirêka Kurd bê çareserkirin. Çareserkirina pirsgirêka Kurd ji bo van welatan ne bi fêde bû? Çima?   Helwesta hêzên hegomonîk, bi taybet jî DYA û Îngîlîstanê ya li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd her tim di terza îmha û tasfiyeyê de bû. Xuyaye ku çareseriyeke ku berjewendiya wan tê de tunebû, nexwestine. Îngîlîstanê di konferansa Kahîreyê ya 1920’an de biryar girtiye ku pirsgirêkên Kurd bê çareserî bimîne, Kurd li welatên dimînin bi sinor bên hiştin û li dijî wan dewletan wek koz bikar bîne. Rêbertiyê ev polîtîka wek ‘dagirkirina Kurdan’ bi nav kir. Polîtîkaya Kurd ya 200 salî ku kapîtalîzma modern li Kurdistanê dimeşîne jî xwe dispê re vê.   *Di 9’ê cotmeha 2019’an de Tirkiyeyê êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Bi taybet tercîhkirina vê dîrokê ji bo we tiştekî îfade dike?   Tevgera dagirkirina li hemberî Rojava ya di 9’ê cotmeha 2019’an de hat destpêkirin, nîşan da ku komplo hîna jî didome. Dîroka dagirkirinê ya hatibû diyarkirin ne tesadufiye. 9’ê cotmehê dîroka destpêka komploya navneteweyî bû. Yanî wisa kirine ku saeta wê jî kirin wek hev. Şoreşa netewa demokratîk a li Rojava hat destpêkirin 8 salên xwe tije kir. Di vê pêvajoyê de avakirina paradîgmaya netewa demokratîk xwe zelaltir kir. Ji bo gelên cîhanê bû hêvî. Sekneke alternatîf pêk anî. Şoreşa Rojava li dijî pirsgirêkên hatin jiyîn, bû alternatîf û muxatab.   Ji ber vê jî em sedema dagirkirina Rojava ya di 9’ê cotmehê de hatiye destpêkirin baş dibînin. Hêzên hegomonîk û hevkar bi komployê teslimiyetê ferz dikin. Di serî de Tirkiye, Rûsya, DYA û hêzên Sûriyeyê xwestine teslimiyetê li Rojava ferz bikin. Lê gelek welatan bertek nîşandan, DYA û TC şermezar kirin, piştgiriya xwe ji bo Tirkiyeyê vekişandin.   *Dema Abdullah Ocalan hat teslîmkirin Kurdan bi dirûşmeya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin' çalakî pêk anîn. Ev çalakî çi îfade dikin?   Berxwedana civakî yek ji bandora herî girîng a li pêş komployê bû. Gelê Kurd li dora Rêbertiyê bûn yek û li ber xwe dan. Çalakî û protestoyên pêk hatin girêdayîna bi Rêbertiyê re nîşan didan. Hêzên komploger, helwestek wisa ji gel hêvî nedikir. Dixwestin PKK’ê têk bibin, gel bê pêşeng bihêlin. Lê berovajî vê bandor derket holê. Çalakiyên herî bi bandor yên vê pêvajoyê çalakiyên ‘Hûun nikarin roja me tarî bikin' bûn. Çalakî li zindanan dest pê kir û li derve berdewam kir. Van hevalan bi agirê ku berdan bedena xwe ji tarîtiyê re bûn ronahî.   * Abdullah Ocalan bersivek çawa da komployê?   Helwesta Rêbertiyê ya li dijî komployê fêmkirin, fêmkirina rastiya Rêbertiyê ye. Sekna Rêbertiyê ya li dijî pêvajoyê, xwe dispêrê re fêmkirina tiştên hatine jiyînê. Di komployê de kê cih girt, kê rol girt, armanc çibû? Fêmkirina van esasan, derxistin û deşîfrekirin wê nêzîkatiya wî diyar dike. Li Îmraliyê tiştên jiyan kir, ne anî ziman û neket nêzîkatiya ku xwe xilas bike. Ev jî nêzîkatiya etîk ya wî vedibêje.   *Abdullah Ocalan ji roja hatiye teslîmkirin di bin tecrîdê de ye. Hûn tecrîdê çawa dinirxînin?   Polîtîkayeke tecrîdê ya giran tê meşandin. Em dizanin ku ev pêkanîn ji Yekitiya Ewropayê (YE) û DYA’yê ne serbixwe ye. Armanca esas eve ku nêrînên wî negihêjin gel, neghêjin derve. Rêbertiyê nîvê temenê têkoşîna xwe di zinandan de derbas kir. Hestê tarîtiyek mezin hat kirin lê wî ev tarîtî bi ronahiya xwe derbas kir. Ligel wî her tim dîrok hebû. Şehîd hebûn. Jin û zarok hebûn. Ligel wî xwedevendên erdnîgariya wî hebûn. Şoreşger, fîlozof û pêxemberên wî yên di dîrokê de berxwedabûn hebûn. Her tim bi dîrokê re axivî. Nîqaş kir û xwe kir wek dîrokê.   *Piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 2012'yan şûnde pêşiya hevdîtina hat vekirin û pêvajoya çareseriyê hat destpêkirin. Lê pêvajo hat rakirin. Tirkiye çima ji çareseriyê vegeriya?   Bi berxwedana 2012’yan de li Tirkiyeyê riya çareseriyê vebû. Mixabin her çiqas me destê xwe avêt derî jî, ew derî nehat vekirin. Şerê şoreşger yê gel, dewlet xist zorê. Pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî li her derê sînyal dabûn. Ya girîng jî şoreşa Rojava hatibû destpêkirin û van geşedanan bandor li Tirkiyeyê kir. Tirkiyeyê xwe amade dikir ku êrîşê şoreşê bike lê li şûna li hember Kurdan cih bigire. Bi vî awayî pêvajoya bêpevçûnê dest pê kir. Rêbertiyê wek her tim şans da û şert û mercên ji bo çareseriyê ava kir. Lê vê pêvajoyê heta 2015’an berdewam kir. Dewletê sozên da neanî cih.   *Hûn jî di greva birçîbûnê ya di 2019’an de bûn. Hûn dikarin wê pêvajoyê hinek vebêjin?   Greva bi pêşengiya Leylayê hat destpêkirin li zindanan belav bû. Ev berxwedan bexwedaneke ku ji bo me ya derengmayî bû. Me ev berxwedan di 2016’an rêxistin kiribû lê di çûyîna Mehmet Ocalan a giravê bidawî bû. Ji ber vê zindanan grev bidawî kiribûn. Di 2017’an de jî greva birçîbûnê ya bêdem ji nûve hat destpêkirin. Lê ji ber ne rêxistinkiribû bi bandor nebû. Hevala Leyla pêşengî kir û îradeyeke mezin a 200 rojî nîşandan. Divê peyama vê seknê baş bê xwendin. Bi nasnameya jinê em bi ser ketin. Jin hem li hindûr û hem jî li dervê 'Lacikên Spî' bûn pêşengên pêvajoyê. 8 hevalên me ji bo bedelên giran neyên dayîn û tecrîd bê şikandin çalakiya fedayî li darxistin. Piştî 8 salan parêzer hevdîtin pêk anîn. Hestên vê demê nayê vegotin, keyfxweşiyeke kollektif bû. Peyama Rêbertiyê ji bo me gelek bi watedar bû. Wekî Çiyager got 'Em ê teqes bi ser kevin', berxwedana me piştrast kir.    *Ji Tebaxa 2019’an heta niha carek din pêşiya hevdîtinan hat girtin. Hûn vê çawa dinirxînin?   Dema me dest bi grevê kir me dizanibû ku dewlet çi sozê bide jî wê neyne cih. Mêjî û cidiyeta dewleta tune. Lê me tecrîd bi awayekî şikand. Çareseriyeke mayîn de bi têkoşîna topyekun pêkane. Bi berxwedana zindanan an jî bi berxwedana qadekê ne pêkane.   *Abdullah Ocalan nameyek ji wê re şandibû hûn dikarin behsa nameyê bikin. Hestên xwe yê wê demê hûn dikarin bînin ziman?    Rêbertiya me herî zêde di ragihandinê de pirsgirêk jiya. Hem di şandina nameyan de û hem jî nameyên ku je re dihatin şandin de pirsgirêk dijiya. Her tim name dihatin astengkirin. Dema nû dîl hat girtin ji girtiyên jin ên Sîvasê re 2 name şandibû. Min ji wan nameyên ku hatî şandî xwend. Ev dem dema 1999'an bû. Bi taybetî dema girtiyên jin name bişandana Rêbertî hêzeke manevî digirt. Di nameyên xwe de qala mijara jinê dikir.    Di nameyên ku di sala 1999’an de hatî şandin nêzîkatiya xwe ya li hemberî komployê vegotibû. Ev parvekirin bandorê li ser min hişt. Ji nîsana 2014'an de heta niha bi tevahî 6 nameyên Rêbertiyê gihaşt destê me. Di wan nameyan de qala nameyên din jî dikir. Dema name dihatin em gelek keyfxweş dibûn. Dema Rêbertî name şand ez vê demê li girtîgeha Şakranê bûm. Me agahiya nameyê ji rojnameyê di hevpeyvîna Îdrîs Balûken de girt. Em 3 hefteyan li benda nameyê man û  herî dawiyê Pervîn Buldan name anî girtîgehê. Dema name gihaşt me piyê me erdê veqetiya. Me dizanî ku bi rêya hevalên ku li cem wî name hatiye nivîsandin. Pêvajoya nameya pir kurt bû heta 2016'an dom kir.    *Ji bo rakirina tecrîdê divê çi bê kirin? Der barê vê de hûn dixwazin çi bêjin?   Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiyê hewcedarî bi têkoşîneke pir alî û topyekun heye. Divê tiştên tên jiyîn di hiqûqê de bê teşhîrkirin. Bi qasî ku şert û merc divê bên ferzkirin, di qada dîplomatîk de jî tiştên bên kirin hene. Tecrîd 21 sal in tê meşandin û dixwazin em hîn vê bibin û bê normalîzekirin. Ji bo valaderxistina komployê têkoşîn û siyaseteke xwedî hişmend girîng e. Bi vê wesîleyê ez bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ Viyan Soran bibîr tînim.