‘Berxwedan û tekoşîna me wê her ji bo azadiyê û aştiyê bidome’ 2020-02-15 17:06:22   Hesna Mihemed   ŞEHBA - Jin û ciwanên Efrînê yên ku tevlî meşa şermezarkirina komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin, bûn wiha gotin: “Komploya li dijî Rêber Apo li ser tevahî gelan e. Li ser destê hemû dewletan Rêber Apo dîl hat girtin. Heta roja me ya îro bi êrîş û dagirkirinê komplo berdewam e.”   Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatiye, herikîn qadan û bi hêrseke mezin bertekên xwe li dijî komployê nîşan dan. Derbarê mijarê de jin û ciwanên Efrînê yên ku beşdarî meşa şermezarkirina komployê bûne nêrînên xwe anîn ziman.   ‘Heta azadiya Rêber Apo mîsoger nebe, em ranawestin’   Dayika bi navê Hacer Meho komploya ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tevahî Gelê Kurd şermezar kir û wiha got: “Em 15’ê Sibatê bi tund şermezar dikin, bi komployek navnetewî Rêberê azadî û aşîtiyê dîl girtin. Heya  ku azadiya Rêber Apo misoger nebe  mirovek  ji me ranaweste, em ê heya dawiya jiyana xwe, banga azadiya Rêber Apo bikin.”   ‘Berxwedan û tekoşîna me wê her ji bo azadiyê û aştiyê bidome’   Jina ciwan a bi navê Emîne Mihemed jî komplo  şermezar kir û wiha got: “Em  ê her li qad û li kolanan bin ji bo azadiya Rêber Apo, ji ber ku fikir û felsefeya Rêbertî di dil û mêjiyê me de dijî. Berxwedan û tekoşîna me wê her ji bo azadiyê û aşîtiyê bidome. Komploya li ser Rêber Apo li ser tevahî gelan e.”   ‘Tevahî dewletan destên xwe kire yek û komplo li dijî Rêbertî meşandin’   Jina bi navê Hacer Silêman armancên komployê anî ziman û wiha got: “Tu carî dewletan ji bo azadî û aşîtiyê li hev nekirine, tenê ji bo dîl girtina Rêber Apo hemûyan destên xwe kirin yek bi komployek navnetewî li dijî Rêber Abdullah Ocalan dan meşandin  û radestî dewleta tirk kirin. Em ê her li ser piyan bin heta ku em bigihêjin armanca xwe ya azadkirina Rêberê xwe.”   ‘Komplo bi êrîş û dagirkeriyê berdewam e’   Jina ciwan  a bi navê Hikmet Hisên wiha got: “Gelek dewletan destên xwe kirin yek û komployek navnetewî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan meşandin, lê berxwedan û tekoşîna gel ev komplo vala derxistin. Xwestin bi rêya girankirina tecrîda li ser Rêber Apo  vîna gel  lawaz bikin, heya roja me îro bi êrîş û dagirkirinê komplo berdewam e.”