21'emîn komploya navneteweyî li seranserê Rojava tê şermezarkirin 2020-02-15 15:55:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 15'ê Sibatê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, şêniyên Rojava herîkîn qadan û ev roj şermezar kirin.   Li seranserî Rojava, bi minasebeta 15'ê Sibatê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, bi hezaran şêniyên bajarê, Qamişlo, Kobanê, Şehba, Hesekê, Til Temir, Dêrîk û Tirbespiyê herîkîn qadan û bi dirûşma "Em roja qirkirina gelan û komploya 15'ê sibatê şermezar dikin" ev roja reş şermezar kirin.   Şêniyên Qamişloyê herikîn qadan   Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê daketin qadan û roja komploya navneteweyî ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat bi dirûşma "Em roja qirkirina gelan û komploya 15'ê sibatê şermezar dikin" şermezar kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû hildan. Meş ji qada çarxereya rojhilat dest pê kir.     Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Endama Koordînasyona Kongreya Star Heyfa Erebo axivî û wiha got: "Gelê me yê hêja û dayikên me yên bi rûmet, em îro li vir 21'emîn salvegera komploya navneteweyî  ku di şexsê Rêber Apo de li ser Gelê Kurd pêk hatî şermezar dikin. 21 sal berxwedanek bêhempa li Îmraliyê tê kirin. Li Rojavayê Kurdistanê bi salane em li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo xebatên xwe didin meşandin û wekheviya gelan bingeh digirin. Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye, heta Rêber Apo azad nebe civak jî azad nabe. Îro li îmraliyê li ser Serok Apo tecrîdek tê meşandin, tecrîda li ser Serok Apo tecrîdek siyasî ye. Em bangewazî ji saziyên mafê mirovan, CPT û gelê cîhanê dikin ku xwedî li Rêber Apo derkevin û ji bo azadiya Serok Apo her kes li ser piyan bin."   Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.   Bi hezaran şêniyên herêma Firatê daketin qadan û 15’ê Sibatê şermezar kirin   Bi hezaran şênî, sazî û dezgehên  herêma Firatê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li qada Jina Azad a Kobanê kom bûn û bi dirûşma “21’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan em şermezar dikin” meşeke girseyî li dar xistin. Meşvanan di meşê de wêne û alên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Kes nikare roja me tarî bike” û “Em weke gelê Kantona Kobanê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin” hilgirtibûn.    ‘Em ê xwedî li Rêber Apo derkevin û projeya netewa demokratîk bi ser bixin’   Gel ji qada Jina Azad heta dawiya kolana 48’an meşiyan. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê li ser navê tevgera jinê Sara Xelîl komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û wiha got: “Çawa ku Rêber Apo bi berxwedana xwe komplo vala derxist, em ê jî bi berxwedana xwe planên komplogeran vala derxin. Heta roja me ya îro planên dewletên navneteweyî berdewam dikin. Tecrîda girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin û rêxistinên mafên mirovan bê deng in. Rêber Apo ji bo azadiya jinê têkoşîn kir û îro bi saya berxwedan û keda Rêber Apo jin bûye xwedî maf. Pêwist e em jin li hemberî vê komployê û tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin bê deng nemînin. Em ê xwedî li Rêber Apo derkevin û projeya netewa demokratîk bi ser bixin.”   ‘Em ê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin’   Her wiha li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ebdirehman El-demir wiha got: “21 sal in dewletên ku destên wa di komployê de hene bê deng in. Dewletên navneteweyî xwestin di kesayeta Rêber Apo de îradeya gelan binpê bikin. Dagirkirina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî ya ji aliyê dewleta tirk ve berdewamiya komploya navneteweyî ye. Heta yek ji gelê herêmê hebe wê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn bike û wê bi berxwedana xwe komployê vala derxin.”   ‘Em komployê têk bibin, tecrîdê bişkînin, Rêberê xwe azad bikin’   Her wiha endamê Partiya HDP’ê Nasir Yaxiz ku tevlî meşê bibû komplo şermezar kir û wiha got: “Dewletên dagirker û yên Ewropayê xwastin di kesayeta Rêber Apo de komploya navneteweyî li ser Gelê kurd û yên Rojhilata Navîn bidin meşandin. Dijminê Gelê kurd li dijî pergala Rêveberiya Xweser êrîşên hovane li ser herêmên me dike. Tenê rêyek li pêşiya me heye ew jî xwedî derketina li Efrîn, Serêkanî, Girê Spî  û Rêveberiya Xweser e.  Wê kurd li dijî van êrîşan bibin yek, wê komployê têk bibin, tecrîdê bişkînin, Rêberê xwe azad bikin û pergala Rêveberiya Xweser xurt bikin û li tevahî Rojhilata Navîn bibin mînak.” Meş bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.   Gelê Bajarê Hesekê 15’sibatê şermezar kirin   Di 15’ê sibata 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî dîl hat girtin û radestî dewleta tirk hatin kirin. Îro bi hezaran pêkhateyên bajarê Hesekê kurd, ereb û suryan daketin qadan û bi meşek girseyî komploya 15’ê sibatê şermezar kirin. Bi hezaran şêniyên Hesekê, sazî û dezgehên civaka sivîl tevlî meşê bûn. Di meşê de alên Kongreya Star, QSD'ê, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan , pankartên bi nivîsa "Em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêber Apo azad bijîn" hilgirtibûn. Meş li ber şarederiya taxa Giwêran  dest pê kir û li ber stadyoya Fotbolê veguherî mitîngê.   Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Rêvberiya Xweseriya Demokratîk Ebid Kerîm Saroxan Komploya 15’ê sibatê şermezar kir û wiha pê de çû: "Dewletên navneteweyî bi rêya Komploya 15’ê Sibatê xwestin roja gelên Rojhilata Navîn  tarî bikin, lê armanca wan pêk nehat ji ber ku Rêber Ocalan fikir û felsefeya wî di tevahî cihanê de belav bû. Îro êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dagirkeriya wê a xaka Sûriyeyê berdewamiya komploya 15’ê Sibatê ye. Di heman demê de bêdengiya dewletên navneteweyî nerazîbûna wan nîşan dide.   Ebid El-Kerîm Saroxan di dawiya axaftina xwe de banga bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê kir.   Meş bi dirûşma "Bijî Serok Apo"  bi dawî bû.   Li Şehbayê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina 15'ê sibatê herîkîn qadan   Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi boneya salvegera 21’ emîn ya komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi dirûşma "Projeya Netewa demokratîk dê tenê bi azadiya Rêber Apo re were avakirin" meşek li Navçeya Fafînê a Şehbayê li dar xistin. Di meşê de şêniyên Şehba û Efrînê, sazî, dezgehên civaka sivîl, Kongreya Star û Rêveberiya Xweser amade bûn. Gel cilên wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser xêz kirine li xwe kiribûn. Her wiha di meşê de al û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Wê sala 21'an ya komployê ji bo têkoşîn û berxwedana gelan wergere sala serkeftin û azadiyê" û "Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, komployek li dijî vîna gelan, demokrasî û aşîtiyê ye"hatin hilgirtin.   Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin, dengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat guhdarkirin. Paşê Endama Koordînasyona Kongreya Star ya herêma Cizîrê Netewî Serkeftin, Endamê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Silêman Cefer axivîn û komploya navneteweyî şermezar kirin û gotin: "Roja 15'ê sibatê rojek reş û tarî ye. Rêber Apo ji bo wekhevî û aşitiyê şer kir, lê ev li gor hesabê desthilatdaran nehat û 15'ê sibata 1999'an de Rêber Apo dîl hat girtin. Dibe ku komplo li ser Rêber Apo hatibe meşandin, lê belê ev komplo bi cih nehat Rêber Apo bi felsefeya xwe ev komplo vala derxist. Em salvegera komploya navneteweyî car din şermezar dikin."   Meş bi dirûşma "Azadî ji bo Rêber Apo" bi dawî bû.   Şêniyên Til Temirê komploya navneteweyî şermezar kirin   Bi boneya 21'mîn komploya ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullan Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de pêk hat, îro bi sedan ji gelê Til Temir û gundewarê wê bi kurd, ereb û aşûriyên xwe li MMŞ a Navçeyê kom bûn û ji wir dest bi meşê kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PYD'ê û PDKS hatin bilindkirin.     Tevî baranê gel meşa xwe berdewam kir. Meşa ku ji MMŞ'ê dest pê kir li Çarxereya Ş.Qendîl rawestiya.   'Komplo li ser tevahî Rojhilata Navîn e'   Piştî deqeyek rêzgirtin, Endamê MMŞ'ê Ebdil Baqî Kûtê axivî û wiha got:"Dewletên ku xwestin bi rêya komployê vîn û îradeya gel têk bibin, bi ser neketin. Komplo ne tenê li ser Gelê Kurd li ser tevahî Rojhilata Navîn e."   'Em îlhamê ji fikir û ramanê Ocalan digirin'   Endama Rêvberiya Meclisa Malbatên Şehîdên Xabûrê Cemîla Kako ev yek anî ziman:"Gelê Kurd gelekî pir bi siûd in, em jî wekî gelê Aşûrî hêz û îlhama xwe ji fikir û ramanê Rêberê gelan Abdullah Ocalan digrin. Xwedîderketina li Rêber Ocalan xwedî derketina li nirxê mirovahiyê ye."   'Pêşxistina netewa demokratîk valaderxistina komployê ye'   Endamê Partiya PDKS Îsmayîl Ferhan jî wiha got: "Komplo bi pêşxistina projeya Netewa Demokratîk vala derdikeve. Ramanê Rêber Ocalan îro li tevahî cîhanê belav bûye. Pêwîst e gel hîn zêdetir xwe birêxistin bikin."   'Îro ereb, aşûrî û kurd hemî Ocalan in'    Hevserokê Meclisa Beldeya Xera Xelef El-Nehir wiha got:"Erdogan tu Fermandarê DAIŞ'î. Erdogan îro bi êrîşên xwe yê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêxistina gel û îradeya wan hedef digire. Kaniya xwînê wê di rûpelên dîrokê de cih bigire û ji nifşên nû re were parve kirin û rastiya komkujiyan were ragihandin. Tu nikarî ramanê Ocalan sînordar bikî. Îro gelên ereb, aşûrî û kurd hemî li vir Abdullah Ocalan in."   Meş bi dirûşma"Bimre Îxanet" û "Azadiya  Rêber Apo azadiya me ye" bi dawî bû.    Bi sedan şêniyên Dêrikê ji bo roja 15’ê sibatê meşiyan   Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Dêrîkê bi sedan şêniyên bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê bi dirûşma "Em roja qirkirina gelan û pîlangeriya 15'ê sibatê şermezar dikin" ji bo salvegera komploya navneteweyî ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daketin qadan. Meş ji Qada Azadî dest pê kir û heta navenda ciwanên şoreşger dewam kir. Di meşê de alên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hatibûn hildan.   Piştî bi deqeyek rêzgirtin, li ser navê Kongreya Star Wesfê Murad û Meclîsa bajarê Dêrîkê Mihemed Ebd- El rehman axivîn û komploya navneteweyî şermezar kirin û gotin: "Ev 21 sal in devletên navneteweyî komployek li ser Rêber Apo didin meşandin. Em vê rojê bi tundî şermezar dikin. Dewletên ku ev komplo meşandine bila baş bizanibin ku em gel û bi taybet jin em ê her li ser piya bin."   Çalakî bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.