'Me çavên xwe bi Serokatî vekir em ê bi wî azad bibin' 2020-02-15 15:09:56   STENBOL - Însiyatîfa Dayikên Aştiyê li avahiya xwe ya Fatîhê komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Dayikan gotin:"Me çavên xwe bi Serokatî vekir em ê bi wî azad bibin."   Însiyatîfa Dayikên Aştiyê li avahiya xwe ya Fatîhê komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Endama insiyatîfê Perihan Akbulut got:"Em û serokatî em wekî goşt û neynûk in."   'Dilê dayikan ji bo avahîsazê aştiyê diêşe'   Perihan Akbulut a ku li ser navê însiyatîfê daxuyanî da wiha got:"Dilê dayikan ji bo avahîsazê aştiyê diêşe. Serokatî ronahiya Rojhilata Navîn e. Em ji avahîsazê aştiyê û fikir û felsefeya wî qet qut nabin."   'Heta ku Serokê me azad nebe em azad nabin'   Perîhanê diyar kir ku gelê kurd ew ê bi azadiya Abdullah Ocalan azad bibe û wiha dewam kir:"Me çavên xwe bi Serokatî vekir em ê bi wî azad bibin. Em û serokatî em wekî goşt û neynûk in. Em ê her li ser şopa wî bin. Ew ê kesek vê ronahiyê nikare tarî bike. Em komploya navneteweyî şermezar dikin. Ew ê kesek nikaribe roja me tarî bike."   'Heger Serok niha li derve ba ew ê ev şer tunebûya'   Piştre Dayika Aştiyê Bedia Gokgoz komplo şermezar kir û wiha got:"Heger Serok niha li derve ba ew ê ev şer tunebûya. Niha tecrîdek heye. Em jî hemû di bin vê tecrîdê de ne. Em dixwazin Serokê me azad bibe û rolê xwe yê azadiyê bilîze. Ev ê tecrîd heta ku derê dewam bike? Ez vê tecrîdê lanet dikim."