Li dijî komployê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn 2020-02-15 13:26:49   NAVENDA NÛÇEYAN -  Rêxistina HDP’ê li Wan, Edene, Riha, Mêrdîn, Amed, Colemêrg, Idir û Şirnexê di salvegera 15’ê Sibatê de daxuyanî dan çapemeniyê û tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezar kirin û wiha hat gotin: "Tecrîd berdewamiya komployê ye. Heta tecrît bê rakirin ew ê berxwedan û têkoşîn berdewam bikin."   Di salvegera 15'ê Sibatê roja komploya navneteweyî de Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wan, Edene, Riha, Mêrdîn, Amed, Colemêrg, Idir û Şirnex û navçeyên wê daxuyanî dan çapemeniyê. Komploya navneteweyî şermezar kirin.    Li Şirnexê di daxûyaniya ku hat dayîn de parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, rêvebirin HDP’ê yên navendê û gelek kes tevlî bû. Daxuyanî Hasan Ozgûneş ê HDP’yî da. Hasan, anî ziman ku îktîdara AKP-MHP’ê bi salan e polîtîkayek şer a taybet dimeşîne û dixwazin gel dijminê hevdû bike. Hasan, bi lêv kir ku bi tecrîda girankirî ve dixwazin gel bidin sekinandin û wiha got: “Birêz Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd û Tirkiyeyê di nav têkoşînekê de ye. Birêz  Ocalan di salên 2013-2014’an de ji bo çareseriya Kurd, Tirkiye, azadî û aştiyê pêşniyar kiribû. Lê belê îktîdara AKP’ê ev qebûl nekir û tecrîda ser Birêz Ocalan giran kir. Girankirina tecrîdê berdewamiya vê komployê ye. Ev tecrîd bi awayekî plankirî hat meşandin û heta niha ev komplo jî berdewam dike. Tecrîda girankirî mafan binpê dike û bi awayekî bêhiqûqî têcrîd tê meşandin. Tecrîda girankirî ne bi tenê li ser birêz Ocalan, her wiha li ser hemû gelê Kurd tê meşandin. Hemû gelê kurd û Tirkiyeyê di bin tecrîdê de ne. Gelê kurd dê bi berxwedana xwe tecrîdê bişkîne û rûpelek nû vebike.”   Li Cizîrê jî daxuyanî hat dayîn    Li navçeya Cizîrê jî rêvebira navçeyê û gelek kes tevlî daxuyaniya ku hat dayîn bûn. Li vir jî daxuyanî Hevserokê HDP’ê Uzeyîr Kilinç xwend. Uzeyîr, bal kişand ser tecrîda girankirî ya ser Abdullah Ocalan û wiha domand: “Tecrîda ser Birêz Ocalan berdewamiya komploya 1999’an e. Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin em qebûl nakin. Em bêndengiya saziyên navneteweyî qebûl nakin. Ji bo ev bêdengî bê şikandin em ê her roj dengê xwe bilind bikin. Heta tecrît bê rakirin em ê berxwedan û têkoşîna xwe berdewam bikin. Ev karê me yê dîrokî ye û em ê bi bawerî berxwedana xwe bimeşînin.”   Li Wanê tecrîd hat şermezar kirin   Li Wanê jî li ber avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayîn û parlamenter Muazzez Orhan û Murat Sarisaç, endam û hevserokên HDP'ê yên bajêr û yên navçeyan tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Tarîtiya tecrîdê dê bi ronahiya têkoşînê têk biçe" hat vekirin. Daxuyanî ji hêla parlamenter Muazzez ve hat xwendin.  Muazzez, di daxuyaniyê de bal kişand ser armanca komploya navneteweyî û got: "Li hemberî demokratî û wekheviyê êrîşek pêk tê. Di şexsê Ocalan de li hemberî Gelê Kurd û Tirkan tecrîd tê meşandin. Lê bi sekna Gelê Kurd û Tirk komplo têk çû. AKP bi hevkarên xwe re hiqûqa heyî bin pê kir."   Li dijî tecrîdê li Edeneyê daxuyanî hat dayîn   Li Edeneyê jî çalakiya şermezar kirinê pêk hat û li dijî tecrîdê li avahiya Rêxistina HDP'ê daxuyanî hat dayîn. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla hevserokê HDP'ê yê bajêr Mehmet Karakiş ve hat xwendin. Mehmet, di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di 15'ê Sibata sala 1999'an de di şexsê Abdullah Ocalan de komployeke navneteweyî pêk hat û wiha dom kir: "Lê komplo bi daxwaza aştiyê û sekna Gelê Kurd û Tirk ve têk çû. Li dijî tecrîdê divê siyaseteke demokratîk û ji bo aştiyê jî têkoşîneke hevpar bê dayîn. Em ê li dijî bêhiqûqiya li hemberî Îmraliyê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang dezgehên siyazetê, rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl dikin ku bi hev re têbikoşin. Her wiha divê saziyên wekî CPT, Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî erka xwe bînin cih û bêdengiya xwe xirab bikin."   Li Rihayê civîn hat lidarxistin   Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî li avahiya xwe salvegera kompoloyê şermezar kir. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn. Rêveberê HDP’ê Ahmet Îstek da zanîn ku komploya navnetewî ya li dijî Abdullah Ocalan bi tecrîta girankirî didome û ev tecrît li tevahiya welat belav bûye.      Li Mêrdînê binpêkirina mafên mirovan hat şermezarkirin    Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî bi wesîleya 21’emîn salvegera kompoloya 15’ê Sibatê ya li dijî Ocalan li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay di civînê de axivî û behsa pêvajoya komployê kir û bi kompoloyê hiqûqa navnetewî û mafên mirovan hatiye binpêkirin. Gunay bal kişand komployê û tecrîtkirina Ocalan û got her ew diçin nêzî rojên azad dibin.    Di civîna Amedê de tecrîd hat şermezarkirin   Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Peyasa Amedê jî li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser komploya li dijî Abdullah Ocalan. Rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn û rêveber Muharrem Tumur daxuyanî da û destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de hemû gelên Tirkiyê tên tecrîtkirin û xwest her cûre sazî û dezgeh li dijî tecrîtê nerazîbûnên xwe bîne ziman.    Li Colemêrg û Geverê çalakî    Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê jî li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û kompoloyê û tecrît şermezar kir. Her wiha Rêxistina HDP’ê ya Geverê jî li avahiya xwe kompolo protesto kir. Rêvebera HDP’a Geverê Selcan Saygi daxuyanî da û komplo şermezar kir û got dê li dijî komplo û tecrîtê têkoşîna xwe bidomînin.    Li avahiya HDP'ê ya Idirê civîna çapemeniyê    Rêxistina HDP’ê ya Îdirê jî li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Rêxistina HDP’a Îdirê Haydar Mizrak daxuyanî xwend û komplo û tecrîtê şermezar kir û got pêwîste tecrît demildest were bidawîkirin.