Li Mexmurê komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin 2020-02-15 13:14:38   MEMXÛR - Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi meşek girseyî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin.   Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneye 21’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li hember rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hat kirin, bi meşek girseyî hate şermezarkirin. Di meşê de alên KCK, YPG, YPJ, HPG, YJA/Star posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dovîzên ku li ser nivîsîne ‘Tecrîdê Bişkênin Faşîzmê Hilweşînin Bi Rêber Apo re Azad Bijîn, Bê Serok Jiyan Nabe, 15’ê Sibatê Rureşîya Dewletê’ hatin hildan. Di nava meşê de dirûşmeyên ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike û Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin. Meşa ku bi hezaran şêniyên wargehê beşdar bûn ji şaredariyê dest pê kir û piştre jî  li Navenda Çand û Hunerê hat rawestandin.   Ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre axaftin ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîla Tok ve hat kirin. Fadîla Tok di axaftina xwe de wiha got: “Gelê berxwedêr yê wargeha Mexmûrê, îro roja reş e îro 15’ê Sibatê ye, roja bêbextiya  navnetewey îye. Em vê rojê şermezar dikin. Em tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Gelê Kurd û Rêber Apo ev komplo û komloger vale derxistiye. Ev 21 sale Rêber Apo di grava Îmralê de tê tecrîdkirin. Bi vê komployê  hêzên komploger dixwazin Gelê Kurd tune bikin. Lê bêlê wê ev komplogeran bi xwe tune bibin û li beramberî cîhanê rûreş bimînin.”   'Em ê bi çalakiyên xwe vê tecrîtê bi dawî bikin'   Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok bal kişand ser çalakiyên gel û wiha berdewam kir: “Reber Apo got ji bo çareseriya Rojhilata Navîn ez amade me ku  vê pirsgirêkê çareser bikim û vê xwînê bisekînînim lê belê hêzên komploger naxwazin aştî pêk were. Dewleta tirk ya faşîst dixwaze Rojavayê Kurdistanê tune bibe. Lê belê îro li Rojavayê Kurdistanê  me 12 hezar şehid dane û 20 hezar kes birîndar bûne û berxwedana şervanan û gelê kurd tu caran nahêle ku dewleta faşîst bigihêje xeyalên xwe. Em weke gelê Kurd erka  ku dikeve ser milê me em ê pêk bînin û em ê tu caran vê tecrîdê qebûl nekin. Em ê bi meş û  mîtîngan em ê cîhanê bihejînin  û li qadan  em ê bi çalakiyên xwe vê tecrîtê bi dawî bikin.”   Piştî axaftina Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîl Tok, Dengê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate guhdarkirin.   Meşa girseyî ya şermezarkirina Komploya Navneteweyî bi dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe, Kesek nikare roja me tarî bike’ bi dawî bû.