Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin: Jina 90 salî lêdan xwar 2020-02-15 11:50:39   ŞIRNEX - Li navend û navçeyên Şirnexê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku hejmara binçavkirinê dikare zêdetir bibe.   Di 15’ê Sibata kompoloya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de jî dîsa bi gelek kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de polîsan gelek kes binçav kirin. Kesên li vê derê hatin binçavkirin birin Emniyeta Midûriyeta Şirnexê.   Li navenda Şirnexê di serdegirtina malan de welatiyê bi navê Mehmet Hazar hat binçavkirin. Di dema binçavkirinê de deriyê malê hat şikandin û mal belav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Hezexê.   Jina 90 salî hat lêdan xwar   Li navçeya Hezexê jî polîsan bi ser gelek malan de girtin û deriyê malan şikandin. Di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Mehmet Gîdan û Nûrettîn Şen hatin binçavkirin. Her wiha di serdegirtina malan de polîsan li Hevşaredarê Hezexê Mûrat Şen dayika wî Fatim Şen(90) û biraziyê wî Abdurrahîm Şen jî xistin .   Her wiha li navçeya Cizîrê jî polîsan di ser gelek malan de girt û welatiyên bi navê Serhat Vesek, Seyît Înç, Serhat Înç, Mîkaîl Bayik û 7 welatiyên ku navên wan nayên zanîn hatin binçav kirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Kesên ku hatin binçavkirin birin Emniyeta Midûriyeta Cizîrê.      Her wiha tê gotin ku hejmara binçavkirinan dibe ku zêde bibe.